Xwe şewitand an hat şewitandin?

Li navçeya Koyê ya ser bi parêzgeha Hewlêra paytext, jinek hat şewitandin. Lê hêjî nedîyar e ka ew bixwe xwe şewitandîye an, mêrê wê ew şewitandîye? Lêkolîn berdewam e.

Wêke şêwazeke kirêt a tundûtûjîya li dijî jinan, 'şewitandin' li Başûrê Kurdistanê hê jî berdewam e.

Hat ragihandin, li navçeya Koyê ya ser bi parêzgeha Hewlêrê, doh êvarkî, jineke 32 salî şewitîye.

Rêvebirê polêsê Koyê Elî Avdila daye zanîn ku rewşa jina ku xwe şewtandîye, pir giran e û di bedena wê de gelek der bi giranî şewitîye.

Li gor agahîyan, wê jinê rakirine nexweşxaneyeke li Hewlêrê.

Di medyaya civakî de hatîye belavkirin ku pirsgirêk di navbera wê û mêrê wê de hebûn.

Hê jî ne dîyar e ka ew bixwe xwe şewitandîye an ji alîyê mêrê wê ve hatîye şewitandin.

Lêpirsîn berdewam e.

JIN Haberleri

Li Amedê 14 jin hatin desteserkirin
Mêran di meha Sibatê de 22 jin kuştine
Mesrûr Barzanî li ser qetilkirina Şinyar Huner: Ti şerefek di jinkuştinê de nîne
Dosyeya “tecawiz û îşkenceyê” ya Garîbe Gezerê bê encam maye
Holanda: Siyasetmedara Kurd bû Wezîra Dad û Ewlehiyê