XWE RİSWA MEKE!..

Abuzer Balî Han

XWE RİSWA MEKE!..
 
Çawa dibe, ew bê dengî ya heyî?
Aqlê mirovan yê di serî de didizî,
Ew cîhana mezin dengê te nabîzî!..
Bi xwînxwarî kuştina te nabînin,
Û ew çekên cankuj li te kar tînin.
 
Tu her sirek qet naye dîtine li wir,
Di dawiya sedsala bîstan ya axir!..
 
Li pêş çavên dinê
Tu Hîroşîmayek bê deng e!
Carekê dorberê xwe binere,
Çekên kîmyewî ma ne xedexe ne?..
Wana hemiyan li Kurdistanê bi kar tînin,
Paşê ser de hemî jahra xwe jî lê vedireşînin...
 
Xêynî vênê ew zilma bûyî ji te re hindik dîtin,
Carek din dîsa welatê bindest gulebaran dikin!
Ma, bes ji bo te ew zilma giran ya heyî rewa ye?
Her wiha di dîrokê de çima jiyana te şerpeze ye?
 
Dîsa ji nû ve xwar bû jiyan,
Û stûyê zarokên pêşmergan!
Xirab kirin pir xaniyên wan,
Li ser ew erda ji bav û kalan...
 
Bes çavê dinê nabînin,
Ger hin bibînin,
Ew jî bê deng
Dimînin!..
Ewna jî ji zilmê re hevpar in,
Bi bê dengiya xwe wek neyar in!..
 
Dîrok şadê te ye,
Herkî li te xistin
Dîsa tu bi xwe hat,
Te rêya azadî girt,
Heya roja îro hat.
Tu bû yek jiyan,
Bi navê hezaran,
Bi navê Yezdan,
Hêza berxwedan
Îro tu anî meydan!
 
Berxwe bide evîna min a reş!
Berxwe bide gula min a geş!
Carek kurt be jî ez bigêhem te,
Û ji brîna te re bibim melhem!..
Te bilind kim, neyaran dûr xim,
Kê tu kir dîl li ber lîngên te rêxim!
 
Ma ez dikarim yên bi giyan hatin kuştin nû ve bînim?
Ma ez dikarim bombên jahrê li Helepçê rawestînim?
 
Bila bimre zilm û zordar!
Bila bimre faşîzma har!
Hezar car bila lahnet be,
Mitka romê bila lê wer be!..
 
Hey mirovên dadmend!
Ma li ku ye, ew adelet?
Ji we kî dikare bersiv ke
Bi navê hemî mirovatiyê!
 
Kanê, kî ye û li kîderê man
Ewên bi navê Koma Miletan!
Lê yên me, ji wana çi xeber?
Bi navê sosyalîzma zanistî
Bi bê dengiya wana ya sistî
Gewrî lê zûha bû  û qelişî!
Ji nişkan ve hamî dinê rawestî,
Çavên didîtin, nedîn, kor bûn,
Rûyên zarokan yên wek kulîlk
Hemî zer bûn, dest li banî man,
Wan ji dost û yaran alîkarî dipan!
Guhên dilan li her dor pir ker in,
Gelê min bang dike, hawar, hawar!
Ji bo biçkek derman an were alîkar.
 
​​Heylo,
​​Çi feyde!
​​Dilên bê însaf
​​​​Dilên wek kevir
​​​​Bila ew bicemidin!
​​​​Her alî bi qîrîn tijî bû,
​​​​Ne yekî dengê wan bihîst,
​​​​Ne jî yek hat alîkariya wan!
 
Qîrîniya Kurdan li erd û ezman!
Deng bilind bû, çû qatê erşan.
Hemî dinê guhên xwe kerkirin,
Guhkeran bes dijmin şa kirin!..
 
​​Hey gelê Kurdistan!
​​Ji xwe bawer bike,
​​Nas ke, nasên xwe!
​​Bi rêk û pêk bimêş,
​​Roj be roj here pêş.
​​Di riya rizgariyê de
​​Rikê xwe tuj bike,
Li dijî dîlîtiya hov
Bila ew te terk bike!
 
Mil bidin hev pev de!
   Berxwe bidin,
Serê xwe hildin
     ​  Hemî hişyar bin tev de!
 
Pêl pêl, pêlbide,
Li dijî zordariyê!
Rabe serê xwe hilde.
Zincîrên koletî biqetîne,
Ji xwe re azadî bistîne!..
 
​Ew e dîroka me,
​Ew e ji me re meydan

Çi bikim, welat pêrîşan?
Zêdetir sîh milyon însan
Hustîxwarin li Kurdistan!
 
​Ma tu min dibihîse?
​Hawar ke, dengê xwe rake,
​Li pêş çavên dinê diyar ke!
​Bila navê te were bihîstin,
​Pê wê erd û ezman bihêjin!
​Cakekê jî dinê ji devê te
Bila guhdar be destanê te!..
Mesekin bi lez xwe diyar ke,
Bi hustîxwarî xwe riswa neke!
 
Tebax, 1998
Abuzer Bali Han