XURMATÛ/ Ji Emerîka û Pêşmergeyê operasyoneke hevbeş

Berpirsê navçeya Xurmatû yê PDKê ragehand, îro ji yek gundên sînorê Xurmatû ji aliyê hêzên Pêşmerge û bi hevbeşiya hêzeke Amerîkî ve operasyonek pêkhat û ew gund ji çekdarên DAIŞê hate rizgar kirin.

Berpirsê navçeya Xurmatû yê PDKê Erselan Elî ragehand: ‘’Demjimêr 12:00yê şeva borî 01.05.2018ê hêzeke Amerîkî bi hevbeşiya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ve gihîştin sînorê gundê Qurîçay ê li başûrê rojhilatê Xurmatû. Herwaha demjimêr 05:00ê sibeya îro 02.05.2018ê operasyonek bon nav gund pêkhat û şer û pevçûn di navbera DAIŞê û hêza Pêşmerge û hêza hevbeş a Amerîka de pêkhat.’’

Herwaha got: ‘’Hêza hevbeş a Amerîkî û Pêşmerge karî gundê Qurîçay di encama şer û pevçûnê de kontrol bike. Lê heta naha hejmara zerer û ziyanê û kuştiyên DAIŞê bi temamî diyar nebûye.’’

 

(BasNews)

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin