Cano Amedî
Ez bawerim gelek kes ev gotinên hanê bihîstîye an jî bi kar anîye. “Kurmê şîrî hata pîrî”, “di Heftan de çibe, di heftêyî de jî ew e!” Gotinên pêşîyan pirî caran bi hevokekî, bi çend gotinên kurt dikare naveroka pirtûkekê dagire. Ev gotinên hanê encamên naveroka çand û sosyolojîya civaka Kurd e. Tecrube, jiyandin û tespîtkirina karakterên kesayetan di formên gotinên pêşîyan de hatîye îfade kirin. Em baş dizanin ku ji mêjve karakterê Beko Ewan, karakterê fesadî û dijberîyê; karakterê ku ji nakokî û fesadîyan sûd digire, di civakê de xwedî bingehek esasî ye û di edebiyata Kurdî ya devkî de têra xwe cîh girtîye. Di gelek çîrok û metelokên şevbihêrkan de ev formên hanê hene.
Di her malekê de, di her mezrayekî de, di her gundekî de, di her nahiye, navçe û bajarekî de, karakterên bi vî rengî hene. Lê bi taybetî di nav her organîzasyonên civakî de, mirov dikare bi hêsanî şopa wan karakterên xirabî û hilweşandinê bi şopîne û bibîne. Ew karakter di nav malbatan de, di nav tax û gundan de, di nav civakê de, bi taybetî jî di navbera rêxistinên sîyasî de an jî di hundirê rêxistinan de bi hêsanî konfor û berjewendîyên xwe yên şexsî/komî dimeşîne. Ev karakterê nexweşîyê bi hêsanî rê li ber xirabîyan xweşkirîye, xweşdike û xuyaye wê hêjî xweş bike.
Do jî û îro jî xurandina birînên dîrokî ne alametên xêrê ye. Birînên bên xurandin rê li ber têgihîştinek hiqûqî, wîcdanî, çandî û exlaqî digire. Qalikên birînê çiqas bên xurandin û bê qeşilandin an jî bê rakirin wê ew birîn kûr bibe, êş û sanciyên wê birînê bandorek xirab li ser laşe mirov çêbike. Wê rê li derîyê heqîqet û bawerîyê asê bike, meydanê ji erkdar û Beko Ewanan re xweştir bike.
Li Bakurê Kurdistanê piştî bayê bûyerên 68`an şunda bi hevîrê kemalîzm û yên Baasî karakterên îdeolojîk derket qada sîyasetê. Ba û bahozên li seranserê dunyayê xwedî bandor bû. Li welatê me jî bi şêweyê kopîyek xirab xwe nişan da. Dewleta Tirk li gorî konsepta Gladîyoyê dest bi amadekarîyan kir û li ser bingeha stratejîya “kêzikên ku kêzikan dixwin” projeyên cuda amade kir. Ew projeyên hanê di nav demê de tedrîcen roj bi roj xurt kirin û rê li ber daxwazên guhertinên civakî û daxwazên milî asê kirin. Dewlet roj bi roj di nav taxên sîyasî de tovên dijminatîyê, bingeha şer û pefçûnên navxweyî amade kir û ji bo bigîhîje armanca xwe ya esasî, bi kodên sîyaseta Îttîhad Terakkî û bi lîstokên Teşkîlatî Mahsûsa pêvajoyek da meşandin. Ev pêvajoya hanê rê li ber derz û veqetandinên civakî, sîyasî û dêrûnî xweştir kir.
Her çi hikmet be, ew aktorên wê demê xwe li kerrîtîyek kûr danîn û xwestin birînên heyî sar bibe. Ji wan tu kes nexwestin bi peyivin, nexwestin bipeyivîn û xwe li bêdengîyê danîn, bi sirê xwe yên “hevbeş” rûbirû nebûn. Sirrên xwe bi xwe re hilanîn. Xêr û gunehên xwe, başî û xirabîyên xwe, çêyî û zirarên xwe bincil kirin û derîyê bêdengîyê li ser wan sirran kilît kirin. Dost û hevalên wan bi dehan car ji wan daxwaza eşkerekirina qewimandinabûyer û trajedîyê kirin, lê mixabin her yek ji bo zaafê xwe veşêre, bi şêweyek sergirtî û pistepist, bi rîya murîdên xwe, nîv çîrokên xavî reşandin nav kolanan. Delalên kirêkirî û hevalbendên fanatik bi hestê tolhildanê ew çîrokên nîv xavî şîrove kirin, dadgeh avakirin, dest bi darizandinan kirin, xwe negirtin, biryarên hişk dan û demek şunda bûn dîlên şîrove û biryarên xwe. Ji ber ku îro jî newêrin an newêribûn bi rastîyan re rû bibin, her sal neşterekê li bîrînên dîrokî dixin. Bi şêweyekî vekirî nexweşîyên duhî, neheqî û bêwîcdanîya xwe, bêhiqûqîya heyî, li ser nifşên pey xwe ferz dikin. Ev karakterê hanê, weke nexweşîyek derûnî derbasî nifşên nû dibe û rê li ber neheqî û nexweşîyên kronik yên domdar vedike.
Li Bakurê Kurdistanê ji salên 1970 an vir de bayê îdeolojîk, stratejîya çînî, problema armanc û astengîyê, rê û rêbazên têkoşînê bi xwe re asoyek teng, tespîtên ne li gorî rastîya welatê me desthilatdar bû. Tevgerên sîyasî, li gorî îdeolojî û pêwendîyên xwe, ji xwe re kibleyên “pîroz” avakirin. Li ser wê rêkê, ji xwe re asteng dîtin, bi darê zorê fetwayên paqijkirinê xistin rojevê. Ew astengîyên li ser rêya armancê wan, ji xwe re kirin hedefa tunekirinê. Ev nêrîn bi serê xwe rê li ber xirabî, nexweşî, trajedi û travmayên giran vekir. Îro jî em baca wan nêrînan didin. Sebeba dudilîya pêknehatina yekîtîyê û bêbawerîya li hember tevgera netewî jî ev e.
Îro jî gava ku em li profîla wan kesên ku xwedêgiravî “teref” in binêrin, yek ji wan jî ne şahidê wan bûyeran e; ne jî xwedî zanyarî û argumanên rasteqîn yên demê ne. Mirov meraq dike: gelo ev kesên hanê ji bo çi dixwazin hestên dijberîyê zindî bikin? Tu berjewendîyek şexsî an hatinek maddî heye gelo? Ev pirs, li gorî min bê bersîv e! Hemû nêrîn û şîroveyên wan li ser çîrokên nîv xavî û gotgotên ji dest û devên duyemîn in. Yek ji wan di nav xeleka yekemin de cîh negirtîye/nagirin û ne aktorên esasî ne jî. Tarafgirîya wan kesan ku dixwazin birînan bixurînin, doh jî û îro jî rê û rêbaza wan, îdeolojî û sekna wan, helwest û nêrînên wan ne li gorî nêrînên aktorên duhî yên esasî ne. Her çi mexsed û armanca wan hebe jî, ez dikarim bêjim ev hewldanên hanê bi zanîn pêktê, bi hesap û kîtap, li gorî şûra endezyarî ya civakî tên meşandin û ji bo rê li ber hişmendîya neteweyî bêt asêkirin di mêjîyên mirovan de, di rûhê civakê de, di qada sîyasî de tovên dijberî tê çandin û mixabin hinek kes jî ji ber nezanî û hestên terefgîrîya xwe li gorî wê armancê tevdigerin.
Di derbarê hinek qonaxan de, di derbarê hinek bûyerên ku ji dîrokê re bûye mal, mirov nikare li gorî xwesteka dilê xwe tevbigere, tarif bike an muhakeme bike an jî mehkûm bike. Dîrok di nav demê de biryara xwe dide û radestî paşarojê dike, radestî wîcdanê mirovahîyê, radestî hiqûqa gerdûnî, radestî exlaq û çanda mirovahîyê dike. Dîrok mafê dozgerîyê, dadgerîyê, darizandinê û mehkûmkirinê radestî tu kesî an alîyekî nekirîye û nake jî. Divê bîlasebe jî tu kes an derdor bi wan xewnan xwe nexapîne. Dîroka mirovahîyê li gorî normên çanda mirovahîyê tevdigere û bûyeran bi gelemperî qeyd dike.
Ew kesên ku bi salan e ku şûrên xwe tûj dikin û ji destê xwe danaxînin, rê li ber hişmendîya neteweyî asê dikin û her sal bi şêweyek peryodîk xwedêgiravî bi aqlê selîm derdora xwe dixapînin, birînên dîrokî dixurînin, divê berîya her tiştî li xwe vegerin, li xwe mukurên û bi pêvajoyên berpirsîyarîya xwe ya doyin ve rûbirû bibin. Ew sermaye û qeweta sîyasî, civakî û sînerjîya dinamik bi ku ve çû? Gelo di demên berpirsîyarîya we de çima ew hewldanên ku di derbarên tifaq û yekîtîyan gavên pratik bi ser neketin? Gelo hûn qet fikirîn ku ew hişmendî û karakterê îdeolojîk rê li ber dîwarên kor û bêdîyaloxîyê xweştir kiribe? Gelo we rojekî dengê wîjdana xwe gohdar kirîye û jê pirsîye: çima ew nexweşîyên hanê di ruhê we de cîh girtîne? Ji ber çi û kîjan sedeman ev nexweşî ewqas aktif û bi bandor e!? Qet nebe rojek ji rojan xwe bikin şuna malbatan û empati bikin. Malbat têkçûn, tadayî dîtin, di nav feqîrî û perîşanîyê de bê xwedî man; zarok rabûn di bin sîya travmayan de, di bin êş û azarên civakê de jiyanek çewa li ser wan hat ferz kirin? Tevî ewqas astengî û zextan çewa ji hestên dijberîyê dûr sekinin û jiyana xwe domandin? Nevîyên wan mezin bûn, di kar û xebatên xwede bi serketin. Lê mixabin û hezar carî mixabin hinek kesên ku bûne dîlên nexweşîyên îdeolojîk û dijberîya navxweyî bi zanîn dixwazin sîya travman li ser civakê û li ser malbatan bidomîne, li der dora xwe jî weke pisporê xuyakirî bên nasîn. Ev jî şêweyek nexweşîya dêrûnî û xwe ecibandinê ye.
Em dibinin ku gelek aktor, kadro û “têkoşer”ên berîya salên 1980 an hêjî li ser destmêja xwe sond duxin û li ser xalîçan di nav ewrê sipî de ketine xewnek kûr. Dem guherî, têknolojî pêşket, alavên ragihandinê û çavkanîyên zanyarîyê bi qasî sîya mirov nêzîktir bû. Sîstemên sîyasî hilweşîya, pîrozgehên doyin îro bûne mêrga berjewendî û nehekîyê. Kodeta 12 Îlonê 1980 pêk hat, civak di bin zulum û îşkencan de pelixî. Bi tevna civakê lîstin, çand û hişmendîya neteweyî di zindanên îdeolojîk de asê kirin. Bi qeyd û zincîran, ew hêz û qewetên wê demê dîl girtin? Gelo hûn di xew de bûn? Dibe ku haya we jê tunebe, ew sermaya dînamîk, ew hêz û qeweta ku hûn berpirsbûn, ew çand û organîzasyonên girêdayê we bûn, çewa radestî hinekan hat kirin? Gelo di derbarê van pirsan de gotinek we an nêrînek we heye? Ji kerema xwe êdî dev ji xurandina birin û trajedîyên nav malê berdin. Li mala xwe rûnên û dest bi bîranînên xwe yên gerînokên kûr bikin, binivîsin û bi raya giştî re parve bikin. Ji bîr ve nekin ez cardin dûbare dikim: Dîrokê, mafê dozgerîyê, dadgerîyê, darizandinê û mehkûm kirine radestî tu kesî an alîyekî nekirîye. Dengê wîjdana xwe gohdar bikin û nebin paleyê bê hiqûqîyê! Ma êdî ne bes e!
11.02.2026