Xortekî Kurd li Antalyayê kuştî û bi darê ve daliqandî hat dîtin

Li parêzgeha Antalyayê ya Tirkîyê, termê xortekî Kurd ê 25 salî ku hatîye kuştin û bi darê ve hatîye daliqandin, hat dîtin.

Navenda Nûçeyan - Li gor zanyarîyên ji ajansa Ihlas IHA ya Tirkîyê ve, termê wî xortê Kurd li navçeya Kepez a Antalyayê hatîye dîtin, ku li navenda qezayê bi darekê ve hatîye daliqandin.

Hatîye ragihandin ku navî wî xortê Kurd, Irfan Z ye û berîya 6 rojan bêserşûn bûye û li ser wê yekê jî malbata wî serlêdana polîs û hêzên ewlehîyê yên navçeyê kiribûn.

Li gor nûçeya IHAyê, piştî lêgerîn û lêkolînên polîsan, hêzên ewlehîyê îro termek li taxa Roj (guneş) a navçeya Kepez a Antalyayê dibînin, ku bi darekê ve daliqandî ye û ji ber serlêdanên wan ê berê, polîs malbata Kurd a ku li pey xortê xwe digerîya, agahdar dike.

Ji bo naskirina term, li ser agahdarkirina polîsan, jinbiraya Irfan diçe cihê bûyerê û ji kincên wî ve, endamê malbata xwe nas dike û bi peyvên Kurdî yên “Oy Dayê Oy Dayê”, şokbûn û nerihetîya xwe tîne ziman.

Li gor zanyarîyan, xortê Kurd ê 25 salî, Irfan Z. ji bo kar çûbû Antalyayê, lê belê 6 rojan berîya niha winda bûbû.

Polîs ragihandîye, derbarê bûyerê de dest bi lêkolînê kirine.

Hêj sedema kuştina wî xortê Kurd û şêwaza kuştina wî nehtaîye zanîn.

Rûdaw, ÎHA

 

Siyaset Haberleri

Netanyahu: Em li Sûriyeyê rê nadin hebûna leşkerî ya Tirkiyeyê
Mesrûr Barzanî: Vekişandina Patriotan Herêma Kurdistanê dixe bin metirsiyê
Mesrûr Barzanî: Me ti gef li cîranên xwe nekiriye, ji Îranê bipirsin bê çima êrîş dikin
Dadgeha Federalî ya Iraqê pênc giliyên li dijî Herêma Kurdistanê red kirin
Dezgeha Asayîşê ya Herêma Kurdistanê 7 terorîstên DAIŞê girtin