Xortekî Hewlêrî bo Efrînê şehîd bû

Erîşên li dijî Efrînê digel bertekên kurdên her çar perçeyên Kurdistanê didomin. Hate ragihandin ku xortekî Hewlêrî bi navê Başûr Soranî li Efrînê di şerê parastina Efrînê de jiyana xwe ji dest daye.

Xortê bi navê Başûr Soranî ku bi eslê xwe ji Hewlêrê bû li Efrînê jiyana xwe ji dest da. Bavê Başûr Soranî, Hadî Omer di derbarê kurê xwe de van gotinan anî ziman: "Navê kurê min Mihemed e. Kurê min çendek beriyê tev li hêzên YPGê bibû. Kurê min ji bo parastina xaka Rojava bi Tirkiya dagirker re ket şer û jiyana xwe ji dest da."

 

Hadî Omer di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku "ez gelek bextewar im ku kurê min ji bo axa xwe şer kir û şehîd ket." Başûr Soranî beriya du rojan di çeperên li hember leşkerên tirk de jiyana xwe ji dest dabû. Hê jî ne diyar e ku gelo wê cenazeye Başûr Soranî derbasê Herêma Kurdistanê bibe an na.

 

(sputnik)

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin