Xiyaneta Sofî Derwêş û Temir Cengo

Siddik Bozarslan

Siddik Bozarslan

Li ser rîya Gundê Gengeçîn ku ew gundê Sofî Derwêş Abdullah e û li ser sînorê tirkan e; ji alîyê xwedîyê gund ve tê vexwendin bo mêvandarîyê. Dema Abdusselam wê daxwazê qebûl nake û dixwaze rêwîtîya xwe bidomîne, Sofî Derwêşê sextekar sond  dixwe ku eger Şêx nebe mêvanê wî, ew dê agir bera mala xwe bide û bişewitîne. Li ser wê îsrarê, Abdusselam mêvandarîya wî dekbazî qebûl dike. Bi şev dema razanê, sofîyê xwefiroş, xeber rêdike ber Temir Cengo û îxbara Şêx dike da ku xelat ji osmanîyan bistîne. Wê şevê (17yê îlonê) dema razanê Abdusselam ferq dike ku mal ji alîyê çekdarên Şikakîyan ve hatîye dorpêçandin. Piştî ku di teqîna ewil da du parêzvanên Abdusselam tên kuştin, ew ferman dide parêzvanên xwe da ku çekên xwe daynin û teslîm bibin. Bi vî awayî Şêx Abdusselam digel parêzvanên xwe, ji alîyê çekdarên Şikakîyan ve teslîmê osmanîyan dikin û ew di rîya Wanê da dibin Musulê. Dadgeha Eskerîyê, bi awayeke formalîte, cezayê dardakirinê didin Abdusselam û parêzvanên wî.(22))

Nivîskarê Kitêba ”Emîrat Behdînan” Sadiq Damalucî ku di 1952yan da wê daye çapkirin; ew di rojên dawîya jîyana Abdusselam Barzanî da li Zindana Musulê maye, dema wî ji Abdusselam ra gotîye ku ”tu yê neyê îdamkirin”; Abdusselam lê vegerandîye û ”Ez bawerî pê naynim, ji ber ku walî bênamusekî / bêşerefekî ye” gotîye. (23) Wek encam li ortê ye, Şêx Abduselam û hevalên xwe di 14.12.1914an da hatine îdamkirin.  Piştî dardakirina / îdamkirina Abdusselam Barzanî û hevalên wî, osmanîyan herêma Barzan serubino dikin, kevir li ser kevir nehêlin. Loma Barzanîyan jî neçar mane ku ji herêmê birevin nik eşîrên dî. Şêx Akmed, Mihemed Sidîq û Babo çûne nik Herêma  Eşîra Gerdî ya girêdayê Colemêrgê / Hakkari ye û Mela Mistefa jî çûye nik Gundê Bergiyefî ya Sîrwanê. Bifikirin, ji neçarî çar birayên hev, jibo demên muwaqet be jî diherin li cîyên cuda cîwar dibin.

Divê em binê nuqteyeka girîng çixêz bikin ku Abdusselam Barzanî, xwedîyê taliheke baş bû ku ew rîya ku danîbû pêşîya xwe û jibo wê têkoşîneke piralî heta nefesa xwe ya dawîyê domand; ew alaya wî ya têkoşînê li erdê nema û di serî da birayên wî Şêx Ahmed û paşê jî Mela Mistefa wê alayê heta dawîya emrên xwe nexistin xwarê û bi têkoşîna xwe ew her tim wê alayê bilind girtin û di merhaleya dawîyê da, Mesûd Barzanî di dereceya yekemîn da wê alaya têkoşînê li Avayîya Herêma Kurdistana Federal daleqand. Loma miletê kurd jibo wan pêşewayan tim dê spasdar be ku wan sê nivşan alaya Abdusselam Barzanî di pratika xwe ya têkoşînê da her tim bilind girtin û wê xeta neteweyî û demokratik anîn heta qonaxa me ya îroyîn.

Bi vî awayî Şêx Abdusselam Barzanî II. ne tenê di teorîya xwe da digel wê di pratika xwe da jî felsefeya Ehmedê Xanîyê nemir xist nava jîyana civata kurd û Kurdistanê û loma em wî wek Ehmedê Xanîyê 122 sal berê îlan dikin ku ew xet û alaya wê bi destên Şêx Ahmed, Mela Mistefa û Mesûd Barzanî hatîye heta rojên îro. Loma divê em bêjin ku çawa Ehmedê Xanî bi nivîsîna Mem û Zînê, civata kurd ji nûve afirand, vejand û ji mirinê xilas kir; Şêx Abdusselam Barzanî II. jî bi emelên xwe, wê mîrasa Xanîyê nemir parast û wê xetê teslîmê Şêx Ehmed kir û piştî wî jî Mela Mistefa û Mesûd Barzanî wê mîrasê parastin û heta îro anîn vê qonaxa federalîyê. Bi tabîreka dî van çar nifşan / neslan, kurd û Kurdistanê ji mirinê rizgar kirine. 

Lê divê em bikaribin dubare û sêbare jî bikin ku merhaleya têkoşîna rizgarîyê li ser bingehên prensibên Şêx Abdusselam II. Barzanî û bi berdewamîya têkoşîna Şêx Ahmed Barzanî, Mela Mistefa Barzanî û zarokê Mahabadî Mesûd Barzanî di dereceyên yekemîn da bi vatinî û berpirsîyarîyên wan bi serketine. Loma em gelek spasdarên wan in ku kurdan ji mirinê rizgar kirine û adeta ji nûve vejandine, afirandine.  Temenê vê têkoşînê, nûha 122 salîya xwe temam dike. Bi gotineka dî, hîmê Statuya Başurê Kurdistanê ya Federal, 122 sal berê ji alîyê Şêx Abdusselam II. ve  hatîye çêkirin. Divê em qet ji bîr nekin ku Mela Mistefa, wek zarukekî 11 salî xwe neçar dibîne ku li ser pişta hespê xwe dardakirina birayê xwe yê mezin Şêx Abdusselam, bi deqîqeyan temaşe bike û wan hestên xwe li hemî hucreyên laşê xwe bi xwîna gorbihiştê Abdusselam û bi hezaran cangorîyên qehremanên dî dinivîse û li ser wan hestan heta dawîya jîyana xwe têkoşîna xwe ya heqîyê didomîne û xwe teslîmê dagirkeran nake.