Abdulselam Akinci
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê mafê dersên hilbijartî yên Kurdî 2012an bi awayekî fermî ket meriyetê.
Ji 2012an heta niha bi giştî 213 mamosteyên Kurdî hatine tayînkirin.
Ji wan mamosteyan 45an beşên xwe guhertine û dev ji mamostetiya Kurdî berdaye.
Her wiha 10 mamosteyan jî îstifa kiriye.
Niha bi giştî 157 mamosteyên Kurdî yên fermî hene.
Ji wan 39 mamosteyên Kirmanckî (Zazakî) û 118 jî mamosteyên Kurmancî ne.
Mamosteyên Kurdî ji ber tayînnekirinê dilgiran in.
"6 sal in nehatiye tayînkirin"
Mamosteya Zimanê Kurdî Fatma Şahîn ji Agiriyê ye.
Wê bi xeyala ku mamostetiya Kurdî bike li Zanîngeha Artukluyê ya Mêrdînê Beşa Lîsansa Kurdî sala 2020î qedandiye lê va ye 6 sal in nehatiye tayînkirin.
Mamosteya Zimanê Kurdî Fatma Şahînê got:
“Şeş sal in ez di karên curbicur de xebitîm. Piştî wê keda tê dayîn pêknehatina tayînkirinê helbet bêhêviyekê di dilê mirovan de çêdike.
Xeyala min a sereke helbet ew e ku em wekî mamosteyên Kurdî bên tayînkirin, em herin xwe bigihînin xwendekarên Kurd û li dibistanê di polê de dersa Kurdî bidin wan.”
Ji 157 mamosteyên ku niha li ser kar in 39 jê mamosteyên Kirmanckî (Zazakî) û 118 jî mamosteyên Kurmancî ne.
Li gel vê yekê, 847 mamosteyên ku ji beşa lîsansa Kurdî derçûne jî bi salan e bi hêviyeke mezin li benda tayînkirinê ne.
Mamosteyê Kurdî Hudaî Morsumbul jî got, “14 sal in li dibistanan dersa Kurdî heye.
Îsal 60 hezar xwendekar dersa Kurdî dibînin û pêdiviya wan xwendekaran herî kêm bi 400 mamosteyan heye lê li ber dest tenê 157 mamoste hene.”
Hinceta wezîr tê rexnekirin
Wezîrê Perwerdeyê yê Tirkiyeyê Yusuf Tekîn çend roj berê di axaftineke xwe de gotibû ku Kurd dersa Kurdî hilnabijêrin loma ew jî mamosteyên Kurdî tayîn nakin.
Sendîkayên pêwendîdar jî hinceta wezîr rexne dikin û li dijî gotina wî derdikevin.
Hevserokê Şaxa 2yemîn a Sendîkaya Egitim Senê ya Amedê Serhat Kiliç wiha axivî:
“Dema malbat diçin dibistanan û dibêjin 'Em dixwazin dersa Kurdî hilbijêrin', dibistan dibêjin 'Mamoste tunin ku hûn Kurdî hilbijêrin.'
Eger malbat zorê bidin û hilbijêrin jî, ew dibêjin 'Hûn hilbijêrin jî dê dersên we vala derbas bibin.'
Dema tayînkirina mamosteyan de jî wezaret dibêje 'Kesî Kurdî nexwestiye û hilnebijartiye ku em mamosteyan tayîn bikin.'
Ev rewş nîşan dide ku gel bi xwesteka xwe nikare xwe bigihîne dersên Kurdî.”
Di pêvajoya hilbijartina dersên Kurdî ya par de 60 hezar xwendekaran Kurdî hilbijartibû û îsal tê pêşbînîkirin ku zêdetirî 100 hezaran serlêdan bê kirin.
Li gel vê yekê daxwaza tayînkirina hejmareke zêde ya mamosteyên Kurdî tê kirin.
Rûdaw