Xelkê Idlibê li Efrînê têne bicihkirin

Hat ragihandin ku hejmarek ji malbatên Idlibê ji aliyê komên çekdar ên opozisyona Sûriyê, bi piştgiriya Tirkiyê li Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê têne bicihkirin.

Hate ragihandin ku çekdarên opozisyona Sûriyê, bi piştgiriya artêşa Tirkiyê hejmarek ji malbatên Idlibê li gundê Kokana Jêrîn (Kokan Tehtanî) yê ser bi nahiyeya Mabata ya Herêma Efrînê ve hatine bicihkirin.  Ew malbatên Idlibî li şûna malbatên Kurd ên gundê Kokana Jêrîn hatine bicihkirin.

 
Hate ragihandin çekdarên Ehrar El Şamê, malbatên Efrînî yên Hecî Hesen, Hecî Subhî û Hecîkê, bi zorê ji malên wan derxistin û malbatên Idlibî li şûna wan bicih kirin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin