Xelîl: Divê Washington sekna xwe ya Afrînê zelal bike

Hevserokê Desteya Rêvebir a TEV-DEMê Aldar Xelîl di hevpeyvîna xwe ya rojnameyeke Amerîkayê de ragihand ku divê Washîngton helwesta xwe ya Efrînê zelal bike.

Hevserokê Desteya Rêvebir a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Aldar Xelîl di hevpeyvîna xe ya rojnameya The Washington Postê de siyaseta Amerîka ya li hember êrişa Tirkiyeyê li dijî Efrînê kir û got: "Kurdên sûriyeyê dibin qurbana vî şerî."

Aldar Xelîl di axaftina xwe de dibêje: "Ji ber êrişên Tirkiyeyê yên li ser Efrînê, şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) neçar mane xwe ji Dêra Zorê vekişîn û ber bi Efrînê ve biçin ev jî dibe sebeba valahiya ewlehiyê û bihêzbûna DAIŞê li wan deveran."

Xelîl di dirêjiya axaftina xwe de li hemberî siyaseta Amerîkayê dilgiraniya xwe nîşan daye û dibêje: "Ev çend hefte ne, Tirkiye wek hevpeymanê Amerîka û NATOyê, êrişî Efrînê dike lê Amerîka bê helwest e û helwesta xwe guhertiye. Em ji Amerîka daxwaza helwesteke zelal beramberî şerê li Efrînê dikin."

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin