”Xeletiya herî mezin a jiyana wî ew e ku ew bûye Serokê Herêma Kurdistanê”

Barzanî dibêje; Divê sîstemeke wiha were danîn ku bi hatin û çûna kesekî, milet zerer nebîne.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îro 22-08-2017, li Hewlêrê di civîna li gel pêkhateyên kildanî, aşûrê, kakeyî û tirkmenan de axivî û gotîye: “Biryara giştpirsiyê biryareke bi wêrekî bû. Gelek metirsîdar e eger ew li hêviya Bexdayê bimînin û giştpirsiyê nekin. Divê kurd xwe ji dudiliya li gel Bexdayê rizgar bikin.”

Serokê Herêma Kurdistanê behsa rol û beşdarbûna pêkhateyên din ên Kurdistanê jî kirîye û daye xuyakirin: “Ew dixwazin dewlet ya hemû pêkhateyên Kurdistanê be. Dema ew behsa dewleta Kurdistanê dikin, hemû pêkhateyên Kurdistanê jî dixin navê. Hemû netewe beşdarî nivîsandina destûra dewleta Kurdistanê bibin û ji bo parastina neteweyên din ewê hemû tiştan bikin.”

Di berdewama axaftina xwe de Mesûd Barzanî dubare eşkere kirîye, ku ew dê xwe ji bo serokatiya herêmê neke berbijêr û gotîye: “Ew xwe nake berbijêr xeletiya herî mezin a jiyana wî ew bûye ku bûye serokê herêmê. Divê sîstemeke wiha were danîn, ku bi hatin û çûna kesekî, milet zerer neke.”

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin