Xelatên Hrant Dînkî, dane Canan Arin û Maria Ressayê

.

Xelatên Hrant Dînkî îsal dane parêzer û jinparêz, Can Arin û rojnamegera filipînî Maria Ressayê.

13em Xelatên Hrant Dînkî yên Navnetewî duh (15ê Îlonê) bi merasîmeke online dane xwediyên wan.

Îsal ji ber xebatên wê yên ji bo têkoşîna li dijî tundakiya jinan, ji Tirkiyeyê parêzer xelat dane Canan Arinê. Ji ber di nava şert û mercên zehmet ên siyasî azadiya çapemeniyê diparêze, ji filipînan jî dane Maria Ressayê.

Defne Kayalar bi tirkî, Esra Dermancioglû jî bi ingilîzî bername pêşkêş kirine ku îsal jî li 23,5, Mekana Bîrê ya Hrant Dînkî pêk hatiye.

Di bernameyê de Nazan Oncel, Ayta Sozerî, Arto Tûnçboyaciyan, Ezhel, Pervîn Chakar/Ertan Tekîn, Vahang Hayrapetyan, Gohar Hovhannisyan, Kamarama, Tmbata, Mala Zarokên Xwedî Pêdiviyên Taybet a Kharberdê, Koma Muzîka Etnîk Tsakhruk, Yerevan Saxophone Quartet, Wood Winds Project jî stran strane.

Îsal Emîn Alper, Rakel Dînk, Tanil Bora, Mozn Hassan, Şafak Pavey, Osman Kavala, Fusûn Ustel, Robert Guediguian, Moly Melching û Viviana Krsticevic, endamên juriyê bûn.

Di bernameyê de her wiha silav li wan kesan kirine ku bi kiryarên xwe li cîhan û Tirkiyeyê “roniyê” didin ser mirovan û vîdeoyek bi navê “Ronî” hatiye weşandin. 

Kurdistan Haberleri

Li Hewlêr, Silêmanî û Koyeyê êriş, 4 sivîl birîndar bûn
Sibe salvegera Helebceyê ye lê çalakiyên berfireh hatin betalkirin
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ofîsa xwe ya fermî li Qamişloyê vekir
Serokatiya Herêmê: Pêwîst e Bexda erkê xwe yê ji bo parastina nûnertiyên dîplomatîk bicih bîne
Serokatiya Herêma Kurdistanê: Em êrişa li ser Konsulxaneya Îmaratê bi tundî şermezar dikin