Xelata Saharov dan muxalifên Belarusê

.

Parlemena Ewropayê her sal di warê mafên mirovan û azadiya ramanê doe xelateke bi navê Xelata Saharov belav dike. Îsal dan muxalifên Belarusê.

Ji bo vê yekê li Parlemena Ewropayê (PE) ya li Brukselê civîn hat li dar xistin û Serokê PE'yê David Sassoli di civînê de got muxaletefa Belarusê, bi taybetî jî jin ji bo li welatekî azad bijîn bi mehan têkoşîneke dilpola dan.

Sassoli got ku ew hurmetê nîşanî çalakiyên ku ji meha gelawêjê ve didomin û diyar kir ku YE (Yekîtiya Ewropayê) li pişta gelê Belarusê ye. Sassoli wisa got: "Peyama YE'yê eşkere ye. Gelê Belarusê divê mafên xwe yên demokratîk bikar bînin, bikaribin li welatekî azad û adil bijîn."

 

Li ser navê muxalefetê  Svetlana Tikhanovskaya xelat girt û got ku wan dest pê kiriye dîwarên tirsa xira dikin. Tikhanovskaya wisa got, "Belarus azad nebe Ewropa azad nabe. Divê Ewropayê û ji dinyayê li pişta muxalefeta Belarusê be."

Xelata navê xwe ji Andrey Saharov ê ku di sala 1975'an de Xelata Nobelê ya Aştiyê girtiye digire. PE ji sala 1988'an vê xelatê dide. Heta niha ji kurdan Leyla Zana (1995) û Nadya Mûrad (2016) ev xelat girtibûn. Diyariya pere ya xelatê 50 hezar Euro ye.

 

 

Cîhan Haberleri

Rojnameya herî kevn a cîhanê çapa xwe ya kaxezê radiwestîne
Xelata Aştiyê ya Nobelî dane mafparêzên ji Belarûs, Rûsya û Ûkraynayê
Xelata Wêjeyê ya Nobelî dane Annie Ernauxê
Nikolay GOGOL Nivîskarekî Ukraynayî an Rûsî ye?
Muzîkjen Mikis Theodorakisî koça dawî kiriye