Xelata Nobela Aboriyê 2 aborîzanên Amerîkî wergirt

Xelata Nobela Aboriyê 2 aborîzanên Amerîkî wergirt

Xelata Nobelê ya Aboriyê du zanyarên Amerîkî Paul R. Milgrom û Robert B. Wilson ên ji Zanîngeha Stanfordê wergirtin.

Akademiya Zanistê ya Şahîtiya Swêdê îro 12ê Cotmehê ragihand ku Xelata Nobelê ya Aboriyê du hemwelatiyên Amerîkayê bi navên Paul R. Milgrom û Robert B. Wilson  wergirtine ku li Zanîngeha Stanfordê dixebitin.

Herdu aborîzanên Amerîkî ji ber teoriya mezatê (auction theory) ya eşkere û dîtina formên nû yên mezatê hêjayî xelata Nobelê hatin dîtin.

Xelatên Nobelê yên îsal wê wekî her sal 10ê meha Kanûnê bi merasîmeke taybet werin belavkirin ku her xelatgirek 10 milyon kronê Swêdî jî distîne.

 

Cîhan Haberleri

Rojnameya herî kevn a cîhanê çapa xwe ya kaxezê radiwestîne
Xelata Aştiyê ya Nobelî dane mafparêzên ji Belarûs, Rûsya û Ûkraynayê
Xelata Wêjeyê ya Nobelî dane Annie Ernauxê
Nikolay GOGOL Nivîskarekî Ukraynayî an Rûsî ye?
Muzîkjen Mikis Theodorakisî koça dawî kiriye