Xelata Hrant Dînkî Nebahat Akkoç û Agnes Kharshiingê standine

Nebahat Akkoçê ji ber xebatên xwe yên li diji tundkariya mêran, Agnes Kharshiingê jî ji bo têkoşîna xwe ya derbarê mafên mirovan û jîngehê ya li Hindistanê hêjayî xelatwergirtinê hatibû.

Nebahat Akkoçê ji ber xebatên xwe yên li diji tundkariya mêran, Agnes Kharshiingê jî ji bo têkoşîna xwe ya derbarê mafên mirovan û jîngehê ya li Hindistanê hêjayî xelatwergirtinê hatibû.

Merasîma 11em Xelatdayînê ya Hrant Dînkî ya Navnetewî 15ê Îlona 2019ê roja yekşemê saet di navbera 20.00 û 22.00ê de li Qesra Pêşengahan û Kongreyê ya Navnetewî ya Lutfî Kirdarê pêk hatiye.

Îsal Nebahat Akkoça ku bi salane derbarê tundkariya mêran û mafên jinan de dike û Agnes Kharshiinga ku li Hîndistanê ji bo mafên xizan, jin, zarok û mirovên paşwendî û jîngehê têdikoşe xêjayî xelatgirtinê hatibûn dîtin.

Di merasîmê de rojnameger Mûrat Çelîkkanî xelat daye Kharshniingê, lîstikvanê sînemayê Ercan Kesalî jî daye Akkoçê.

Osman Kavala hatiye bibîranîn

Eze Dîzdarê pêşkêşvaniya bernameyê kiriye û Maral Ataman, xwendekarên Hrant Çîzmeciyanî û koma Buyuk Ev Ablukadayê stran gotine.

Îbrahîm Betîl, endama Lijneya Şêwrê ya Weqfa Hrant Dînkî di merasîmê de axiviye û dema behsa girtiyan kiriye û bi taybet jî behsa karsaz Osman Kavalayî kiriye, beşdaran ji bo wî demeke dirêj li çepikan dane.

Piştî axavtinê vîdeoya bi navê “Işiklar” (Ronahî) hatiye nîşandan ku li ser sazî û kesayetên di sala 2019ê de “li dijî binpêkirinên mafên mirovan, êş û tundkariyê li çar hêla cîhanê xebitîne” hatiye amadekirin.

 

BIANET

Ji bo nûçeya tirkî  bitikîne

 

Siyaset Haberleri

Scott Bessent: Em dê bi ceza û dorpêçan dawî li desthilata Îranê bînin
Serok Barzanî Nîşana Rêzê ya Asta Bilind a Papayê Vatîkanê wergirt
Mezlûm Ebdî: Divê di Sûriyeya nû de zarok bi zimanê xwe bixwînin
Şeybanî: Ti niyeteke avakirina binkeyeke Tirkî li firokxaneya Ebû zuhûrê tune ye
Herêma Kurdistanê ji Îranê daxwaza ronîkirina êrîşan kir