Xelata Aştiyê ya Nobelî dane mafparêzên ji Belarûs, Rûsya û Ûkraynayê

.

Komîteya Nobelî ya Norwêce, aşkere kiriye ku îsal mafparêzên Belarûs, Rûsya û Ûkraynayê, hêjayî Xelata Aştiyê ya Nobelî hatine dîtin.

Komîteyê di daxuyaniya xwe de diyar kiriye ku "ji ber xebatên hevgirtî yên ji bo rêgezên hiqûq û dij-milîtarîzmê û nirxên humanîst" wan ji Belarûsê mafparêz ales Bialiatski, ji Rûsyayê Memorial û ji Ûkraynayê jî Center for Civil Liberties hêjayî xelatdayînê dîtine.

Komîteyê gotiye kesên xelatgir, "girîngiya mafên rexnekirinê ya sazî û kesên xwedî hêz a di têkoşîna aştî û demokrasiyê de tevgerên civaka sivîl û mirovan nîşan dane û nûnertî ji vê re kirine."

Komîteya Nobelî her weha destnîşan kiriye ku kesên Xelata Aştiyê ya Nobelî ya 2022yê wergirtine, "ji bo sûcên şerî, binpêkirinên mafan û bikaranîna erkan a di rêyên nebaş de tomar bikin kedeke gelekî mezin nîşan dane" û "ji bo aştî û demokrasiya bi hev re girîngiya civaka sivîl nîşan dane."

Cîhan Haberleri

Êzidî û Xiristiyan li dijî guhertina navê Dîwana Ewqafa Olan radibin
Rojnameya herî kevn a cîhanê çapa xwe ya kaxezê radiwestîne
Xelata Wêjeyê ya Nobelî dane Annie Ernauxê
Nikolay GOGOL Nivîskarekî Ukraynayî an Rûsî ye?
Muzîkjen Mikis Theodorakisî koça dawî kiriye