Xebatkarên Rûdawê qeza kir

Tîmeke Rûdawê li Amedê ku bi armanca rûmalkirina tevgera bazirganî ya navbera Rojhilat û Bakurê Kurdistanê di rê de bûn, di navbera Batman û Sêrtê rastî qeza trafîkê hatin.

Tîma Tora Medyayî ya Rûdawê ku ji Rêveberê Ofîsa Rûdawê ya li Amedê Maşalah Dekak, kamêraman û ajovanê otomobîlê pêkhatibû, piştî bûyerê bo wergirtina çareseriyên destpêkê bo nexweşxaneya navçeya Hezo ya Batmanê hatin şandin û piştre bo çareseriyeke baştir bo Nexweşxaneya Giştî yê Batmanê hatin veguhastin.

Berpirsên Nexweşxaneya Giştî ya Batmanê ragihandin, rewşa tendirustiya peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê, Maşallah Dekak û kamêraman Şakir Uygarî baş e û ajovanê otomobîlê Cîhan Demirkiran jî di bin çareseriyê de ye.

 

Li gorî agahiyan, ji ber xirabiya rewşa hewayê û terbûna cadeyê, otomobîla tîma Tora Medyayî ya Rûdawê li cadeya Batman-Sêrtê û li nêzîkî navçeya Hezo ji rê derket û wergeriya, ku di encamê de her sê kesên têde birîndar bûn.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin