Xebatên lêgerîna Gulîstan Dokû rawestandin

Xebatên lêgerîna xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulîstan Dokû yên dibin avê de hatin rawestandin. Malbata Dokû, ji bo ku xebatên lêgerînê dewam bikin, biryar da ku mala xwe bar bikin Dersimê.

Xebatên lêgerîna Xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulîstan Dokû ya di 5’ê Çileyê de li Dersimê winda bû û carek din agahî jê nehat girtin ên li derdora herêma Sarisaltuk Vîyadugu û di nava Gula Bendava Ûzûnçayirê dewam dikirin, li ser fermana Wezareta Karê Hûndir îro hat rawestandin.

 

MALBATA DOKÛ WÊ MALA XWE BAR BIKE DERSIMÊ 

 

Xwişka Dokû Aygul Dokû, li ser hesabê xwe yê medya civakî, ragihadin ku ew  ê mala xwe bar bikin Dersimê. Xwişka Dokû, di parvekirina xwe de wiha got: “Bi malbatî em ê bar bikin Dersimê. Em ê destûrê nedin ku keça bi awayekê ne dîyar winda bibe. Bersûcên sereke dîyarin û li holêne. Ev bersûc dest û milên xwe dihejînin û ji xwe re digerin. Bila kes ne li bendê be ku em keça xwe ya 21 salî ji bîr bikin û bidin ji bîr kirin.” 

 

 

Siyaset Haberleri

Gelo Amerîka dê sîstema parastinê bide Herêma Kurdistanê?
Nîroz Horî: Ez dê bi hunera xwe alîkariya zarokên otîstîk ên Rojavayê Kurdistanê bikim
Ronya Osman: Min xwest ez rastiya Fermana 74an ji Almanan re vebêjim
Elî Ebûd: Çareserî di sîstema federal de ye
Pêwendiya telefonî ya Sine û Silêmaniyê: 'Ji bo alîkariyê amade ne'