Xarpêt | Çiyayê Mastarê ji doh ve dişewite: 150 donim erd şewitî

.

 Hat ragihanin ku di şewata li Çiyayê Mastar ê li Xarpêt a Bakurê Kurdistanê de, 150 donim erd şewitî ye.

Agir ji doh 20ê Tîrmehê ve li Çiyayê Mastar ê li gundê Koçkale yê girêdayî navenda Xarpêtê derketibû û heta îro Çarşemê jî berdewam dike.

Doh Sêşemê piştî 3 demjimêran a xebata Rêveberiya Herêmê ya Daristanê û Rêveberiya Agirvemirandinê ya Şaredariya Xarpêtê şewat hatibû kontrolkirin, lê bi sedema bayê zêde careke din agir dest pê kir.

Hîn derbarê sedema derketina agir û rewşa dawî de ti daxuyaniyek ji sazî û rayedarên fermî nehatiye dayîn.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye