Xaniname li ser rêça Ehmedê Xanî

Lokman Polat

 

 

PÎROZKIRINA

SALVEGERA 300 SALIYA MEM Û ZÎN

Û

PIRTÛKA/KOVARA XANÎNAME

Lokman Polat

Di vê meha Cotmehê de salvegera 330 saliya nivîsîna Mem û Zînê li bajarê Wanê hate pîroz kirin. Pîrozkirin bi şêweyek serketî pêk hat. Gelek nivîskar, rewşenbîr, siyasetmedar û kesayetiyên curbecur ên kurd beşdarê Sempozisyuma Ehmedê Xanî bûn. Masmediya kurdan ne bi tevahî lêbelê hinekên wan cih dane civînê û wek nûçe belav kirin, weşandin. Divê mirov ji rojnameya Dengê Wanê û Rudawê re spas bike ku berferehî cih dane civînê.

Înstîtuya Ehmedê Xanî ku navenda wê li bajarê Wanê ye û herweha li Stockholmê jî şaxek wê heye ev sempizîsyon amade kiribû. Di pêkanîna pîrozkirina 300 saliya Mem û Zînê de ked û xebata birêz Prof. Dr. Aram Mahîr Taha hêjayê pesnê ye.

Ez ji komîteya amadekirina Sempizîsyumê re û ji tevahiya birêvebirên Înstîtuya Ehmedê Xanî re spas dikim ku wan ez jî vexwendin sempizîsyumê. Lêbelê ji ber hinek sedeman ez nikaribûm herime bajarê Wanê û lewre jî beşdar nebûm. Lê min ji bo sempizîsyumê peyameke serketinê şiyand. Spas ji birêvebirên sempîzisyumê re ku wan di civînê de peyama min xwend in.

Peyama ku min ji Sempizisyuma Pîrozkirina Men û Zînê re şiyandibû:

Ji Sempizîsyum salvegera 330 saliya Mem û Zînê re...

Ez bi dil û can ji Sempizîsyum re serketin dixwazim. Nemir Ehmedê Xanî bi afirandina destana netewa kurd Mem û Zînê bingeha neteweperwerîya kurd pêk anî. Herweha ew bi nivîsîna destana Mem û Zînê bû hîmdarê wêjeya kurdî.

Mem û Zîn bi naveroka xwe ya dewlemend deryaye, weke ansîklopediyêkê bê payan e. Ramanên neteweyî, hunera edebî, daxwazên welatperwerî ku têde aniye zimên di dema îroyîn de jî rastiya xwe didomîne. Di dema ku nivîsîna bi arebî û farisî di rewacê de bû, wî bal kişand ser nivîsîna kurdî û kurdî nivîsînê parast û nivîsî.

Ez bawerim ku dê di dema me de û herweha di pêşerojê de xeyal û daxwaza Ehmedê Xanî pêk were.

Ji bo pêkanîna xizr û ramanên Ahmedê Xanî, her kar û xebatên ku werine kirin girîng in, pîroz in.

Divê kurd li ser şopa dîtin û daxwazên Ehmedê Xanî bimeşin, daxwazên wî bi cih bînin. Ehmedê Xanî 330 sal berê gotiye divê kurd bibîne yek, divê kurd bi kurdî binivîsin û tevahiya dîtin û ramanên ku aniye zimên pêwîste ku werine pêkanîn. Ev daxwaz îro jî daxwazên bingehîn in.

Ji bo hemû hewldanên bicîhanîna rêbaza Ehmedê Xanî û ji bo serkeftina konferansa we ez carek din bi dil û can we pîroz dikim.

Ji tevahiya beşdarên konferansê re,

Silav û rêz. 

Lokman Polat.

 

PIRTÛKA/KOVARA

XANINAME

LI SER RÊÇA EHMEDÊ XANÎ

 

Min di twîter/X`ê de û di parvekirina facebookê de gotibû :

“Xanîname pirtûkek derbarê westayê edebîyata kurdî, pêşewayê welatparêz û neteweperwerê kurd Ehmedê Xanî de ye.

Pirtûkek 791 rûpel bi naveroka xwe gelek dewlemend e. Di pirtûkê de li ser fîlozofê kurd ê nemir Ehmedê Xanî gelek nivîsên hêja hene.

Ez ê derbarê vê pirtûka hêja de ku birêz Prof. Dr. Aram Mahîr Taha Amade kiriye, gotareke binivîsim û bi xwendevanên/xwînerên kurd re parve bikim. “

Belê, Xanîname 791 rûpel e. Heger mirov wê wek kovarek bihesibîne, di nav kovarên kurdî de kovara herî qalind a pirrûpel e. Naveroka wê gelek dewlemend e. Ez ê behsa ne hemû nivîsên ku tê de ne bikim. Ez ê behsa hinek sernivîsan bikim.

Xanîname ji alî Prof. Dr. Aram Mahîr Taha ve hatiye amadekirin. Edîtoriya wê 4 kesan kiriye. Di redaksiyona wê de 32 kes hene. Xanîname bi sê zimanan bi kurdî, tirkî, ingilîzî ye. Xwezî weke sê pirtûk, sê kovar bihata weşandin. Pirtûkek/kovarek ewqas qalin çavê xwendevanan dide tirsandin. Weke sê pirtûk, sê kovar bana dê hîn pirtir bihata xwendin û belav kirin.

Nivîsa pêşîn a Xanînameyê ji kovara JÎN hejmara 1 hatiye wergirtin. Sernavê nivîsê ”Mîrasa Xanî” ye. Di pêşkêşiyê de derbarê naveroka Xanînameyê de agahdarî heye. Beşa 1 a Xanînameyê li ser jiyana Ehmedê Xanî ye. Eşîreta Xanî, kesayetiya wî ya edebî, berhemên wî, hest û ramanên wî, welatparêzî û neteweparêziya wî têne rave kirin. Di Xanînameyê de gelek nivîsên almanî, îngilîzî û tirkî jî hene, û herweha hinek gotarên bi zimanê fransî, swêdî jî hene, ez ê behsa wan nekim.

Gotareke bi sernavê ”Manîfestoya perwerdeyê ya Fîlozof Xanî” heye, nivîsek gelek balkêş e, girîng e. Di Xanîname de derbarê berhemên Ehmedê Xanî de nirxandin û analîzên gelek hêja hene. Hevpeyvîna ku bi romannivîser û rewşenbîrê kurd Jan Dost re hatiye kirin hêjayê xwendinê ye. Wî bang, şîret û mesajên Xanî ê ji bo kurdan baş aniye zimên. Ji xwe tê zanîn, romaneke Jan Dost ya li ser Ehmedê Xanî heye. Navê romanê ”Mîrname” ye.

Gotara ku sernavê wê ”Xebatên li ser Ehmedê Xanî û Berhemên wî”ye, lêkolîneke berferehe derbarê xebatên li ser Xanî de hatine kirin de ye. Vê gotara lêkolînî nivîskar Murad Ciwan nivîsiye. Nivîskar û rewşenbîrê kurd Mucahît Bilîcî jî li ser helbestvanî, dîplomatî, ramanbirî û hişyariya  Ehmedê Xanî nivîsiye.

Girîngiya Ehmedê Xanî û Mem û Zîn di pêvajoya hişyarkirina netewa kurd de, Exhmedê Xanî û bandora wî li ser ramanên serdema ku tê de jiyaye, neteweperestiya kurd, bandora Mem û Zîn li ser neteweperestiya kurd û hwd, mijarên gelek girîng in ku di nav rûpelên Xanînameyê de cih girtine.

Di çavkaniyên sedsala 19an de Ehmedê Xanî, di arşîva Petersburgê de berhemên Ehmedê Xanî, di berhemên Xanî de pişavtina dîyalektîkî, taybetmendiyên dîrokî yên Mem û Zînê, pedagojiya perwerdeyê, Ehmedê Xanî û Astronomî û gelek sernivîsên din ku her yek derbarê cure cure mijaran de hatine nivîsîn, naveroka Xanînameyê dewlemend kirine.

Birêz Nîhat Gultekîn ku li ser kurdên Kafkasyayê pisporekî zanîst e, wî jî li ser ”Ji dema berê ta niha xebatên çapkirin û wergerên Mem û Zînê” lêkolîneke hêja kiriye û li ser mijara werger û çapkirina Mem û Zînê agahdariyên giranbiha dide xwendevanan.

Nivîsek jî ya nivîskar, rewşenbîr û lêkolînvanê hêja ku cara yekem destana  Mem û Zînê li Stenbolê weşand Mehmed Emîn Bozarslan e. Navê sernivîsa wî ”Destana netewa kurd : Mem û Zîn” e. Nivîsek gelek girîng e. Divê xwendevan wê nivîsê bixwînin. Di Mem û Zînê de motîfên Kurdistanê, motîfên çandî û erdnîgarî, di Mem û Zînê de dîrok, etnografya û muzîk, bi kurtahî berhema nemir Ahmedê Xanî, Mem û Zîn wek deryayê ye. Têde hertiştên girîng hene.

Di pirtûka/kovara Xanînameyê de nivîsên Michiel Leezenberg, Joanna Bochhenska, Dr. Kemal Mîrawdelî û Martîn Van Bruînessen yên bi îngîlîzî hene. Xwezî ev nivîsên îngilîzî bi serê xwe wek pirtûkek, kovarek bihatana weşandin dê hîn hêsantir bigîştana xwendevanên ku dikarin bi îngilîzî bixwînin. Tenê bi îngîîlîzî bana dê li Amerîka û Îngilîstanê jî bihata belavkirin.

Di dawiya Xanînameyê de Bîblîyografyaya Ehmedê Xanî, rehber û çavkanî, çavkaniyên rêzan û lîsteya navên kesayetiyên ku di afirandina berhemên Ehmedê Xanî de ked dane, heye.

Belê Xanîname li ser rêça Ehmedê Xanî ye. Ez gotara xwe ya danasîna Xanînameyê bi bi van gotin û daxwazên Prof. Dr. Mahîr Taha dawî tînim.

”Divê kurd di warên wekî perwerdehiya zimanê dayikê, hişmendiya dîrokî û berxwedana çandî de, ku bingeha şiyarbûna civakî pêk tînin, seferberiya kolektîf bidin destpêkirin.

Berî her tiştî, divê Kurd bi zimanê xwe biaxifin, binivîsin û bifikirin.

Divê ew bêyî derengmayînê saziyên beşdar û serbixwe yên li ser bingeha hevkariyê û hevgirtinê ava bikin.”