Xaminêyî kuştina hejmarek kesan di xweşpêşandanên Îranê de piştrast kir

Rêberê Komara Îslamî ya Îranê helwesta xwe derbarê xwepêşandan û rûdanên li bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê derbirî.

Navenda Nûçeyan- Elî Xaminêyî dibêje sê serokayetîyên Îranê biryara bilintirkirina bihayê benzînê der kirîye û dîyar dike ku wî jî piştevanîya wê biryarê kirîye û dibê ew biyar bê cîbicîkirin.

Xaminêyî herwiha kuştina hejmareke xwepêşanderan di wan bûyerên li bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê piştrast kir.

Herwiha Xaminêyî dibêje, “Berî ku ez dest bi behsê bikim, ez bêjim ku di van yek du rojan de hin bûyer li pey biryara serkirdeyên welat, serkirdeyên sazîyan çê bûn, duh, şeva bihorî û pêr şev li hin bajarên welat, û mixabin hin kêşe jî çê bûn, hejmarek kes canê xwe ji dest dan û hin navend hatin têkdan.”

Li gor Xaminêyî, ‘kesên dijminên Şoreşa Îslamî û Îranê’ piştgirîya van alozîya dikin û ‘niha bi vê yekê re mijûl in.’

Rêberê Komara Îslamî ya Îranê hişyarîyê jî dide dibêje divê ew bilindkirina bihayê benzînê kelûpelên din li xwe negire û bûhayên wan jî neyên zêdekirin û dibêje eger bên zêdekirin ev dê ji bo hemwelatiyan pirsgirêkên mezin pêk bîne.

Xaminêyî bang li xelkê jî kir ku aram bin û, “dûr bin ji fitnekaran”.

Li Îranê ku xwedî rezerveke zêde ya petrolê ye, bihayê benzînê ji sedî 50 hat bilindkirin. Piştî vê biyarê li piranîya bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê xwepêşandan li dijî wê biryara bilindkirina bihayê benzînê birêve çûn.

Di wan xwepêşandanan de tundûtûjîyê jî rû dan û li gor amarên ne fermî heta niha 13 kes hatine kuştin.

Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî jî derbarê wê biryara dawîn û herwiha nerazîbûna xelkê de amaje bi wê kiribû ku ev 4 sal e wan bihayê benzînê bilind nekirine û gotibû, “ev bilindkirin di çarçoveya berjewendîyên xelkê de hatîye kirin û bi armanca alîkarîya bo hemwelatîyên kêmdahat hatîye pêkanîn.”

Rûhanî dîyar jî kiribû ku tevî krîza aborîyê, hikûmeta wî welatî armanc dike dahatê ji wê bilindkirina bihayê benzînê bistîne û wê dahatê jî li 60 milyon kesan belav bike.

Serokê Dezgeha Plansazî û Budceyê û Cîgirê Rûhanî, Bakir Nobaht jî îddîa kiribû ku ew dê dahata ji wê bilindkirina bihayê benzînê tê wergirtin, li ser 18 milyon hemwelatîyên ku pêwîstîya wab bi alîkarîyê heye belav bikin.

Lêbelê xelk li parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li kolanan e û nerazîbûna xwe li hemberî hikûmeta wî welatî nîşan didin.

Çavkanî: Rûdaw

 

Siyaset Haberleri

Sûriyeyê bangî Tirkiyeyê kir: Piştgiriyê nede terorîzmê
RAPOR: Sûriye yek ji 10 welatên herî birçî yên cîhanê ye
Kurd-Kavî ra serrgêra 1938î de Dêrsim de panel
Îsraîlê êrişî Îranê kir
Helîkoptera leşkerî ket û serokerkanê welat jiyana xwe ji dest da