Xamaney malbata xwe derbasî Tirkiyeyê kiriye!

Pisporê Rojhilata Navîn yê Rûsî Alexander Shumilin di derbarê bûyer û xwepêşandanên li Îranê nivîsek belav kir. Alexander Shumilin wiha di vê nivîsa xwe de îdîa kir ku Pêşnegê Olî yê Îranê ElÎ Xamaney malbata xwe derbasî Tirkiyeyê kiriye.

Alexander Shumilin wiha nivîsî: “Li gor agahiyên berdest li gelek bajarên Îranê xelkê çek rakirine û dest danîne ser navendên hêzên ewlekariyê. Xwepêşandar li dijî mela û rejîmê gelek bi hêrs in. Heta ku zanyariyên min bidest xistine ji ber mezinahî û belavbûna bûyeran Elî Xamaney malbata xwe derbasî Tirkiyeyê kiriye.

Shumilin herwiha xwepêşandanên li Îranê ku 28ê Kanunê li bajarê Meşhedê destpê kiribûn, şiband bûyerên sala 1979an ku di encamê de rejîma Şah Riza Pehlewî hatibû rûxandin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin