Wîlayetî: ”Îran û Iraq yek niştiman in”

Îran bêyî şêwirmendiya bi Iraqê re, ti karekî siyasî û leşkerî li wî welatî encam nade

Serokê Navenda lêkolînên Steratîjîk li Komîteya Diyarîkirina Berjewendiyên Îranê Elî Wîlayetî ragehand, Îran bêyî şêwirmendiya bi Iraqê re, ti karekî siyasî û leşkerî li wî welatî encam nade. Wîlayetî got: “Herdu welat jî yek niştiman in, ji me herdu aliyan re.”

Wîlayetî piştî pêşwazîkirina li serkirdê grupeke Heşda Şeibî Ekrem kehbî, tekezî li ser beşdarîkirina Heşda Şeibî di proseya rizgarkirina bajêrê Mûsilê kir.

Wî berpirsyarê Îranî amadehiya Tehranê jî ji bo her piştevaniyeke leşkerî û siyasî ji bo hikûmeta Iraqê di şerê DAIŞê de nîşan da.

K24 

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin