Wî ‘Înce Memed‘ bi kurdî kir Hemedok’

Siyasetmedar û nivîskarê Rojhilatî, Ebdullah Hesenzade, ku romana “Înce Memed” a Yaşar Kemal kiriye kurdî, dibêje, ew romana Yaşar Kemal panoramaya rewşa wê demê ya Kurdistanê bû

 

 

Hewlêr (Rûdaw) – Siyasetmedar û nivîskarê Rojhilatî, Ebdullah Hesenzade, ku romana “Înce Memed” a Yaşar Kemal kiriye kurdî, dibêje, ew romana Yaşar Kemal panoramaya rewşa wê demê ya Kurdistanê bû.
 

Nivîskarê navdarê kurd Yaşar Kemal, duh di temenê 92 saliyê de wefat kir. Yek ji romanên her navdar ên Yaşar Kemal, romana Înce Memed e. Kemal, ji bo wê romanê gellek xelat stand.
 

Înce Memed ji aliyê siyasetmedar û nivîskarê Rojhilatî, Ebdullah Hesenzade ve bo kurdî (zaravê soranî) hatiye wergirandin. Hesenzade navê romanê kiriye “Hemedok”.
 

Li ser Hemedok, Ebdullah Hesenzade ji Rûdawê re got, romana Hemedok ya Yaşar Kemal panoramaya rewşa wê demê ya Kurdistanê bû.
 

Hesenzade, yekemîn pişka Înce Memed sala 1986ê û li çiyayê Qendîlê, dema alîkarê Sekreterê Giştî yê PDKÎ bû, kiriye kurdî…
 

Romana Înce Memed yekemîn romana Yaşar Kemal e û ji 436 rûpelan pêk hatiye û bi zimanê tirkî hatiye nivîsandin. Jibilî kurdî bi gellek zimanên din ên cîhanê hatiye wergerandin.

ÇAND & HUNER Haberleri

Ji zimanzanan xebateke bêhempa: Rêbera Rastnivîsê
Chalak Events kargeha 'Sêva Mêxekrêj' li dar xist
Hefsar
Li Amedê Încîleke kevnar hat dîtin
Romaneke Nû ya Mehmed Dehsiwar: Çepera Giran (Şerê Merdan û "Nemerdan")