WHOyê ji bo cûreya Covid-19 ya Hindistanê hişyarî da: Li 30 welatan belav bûye

.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ragihand ku cûreya vîrusa korona ya li Hîndistanê hatiye dîtin ji bo dinyayê fikaran çêdike.

WHO dîyar kir, ew cûreya vîrusa korona ya navê B.1.617 ku li Hindistanê peyde bûye li gor cûreyên din zûtir belav dibe û heta niha li 30 welatan hatiye dîtin.

Beriya niha jî WHOyê derbarê cûreyên vîrusa korona yên ji Brîtanya, Afrîkaya Başûr û Brezîlya fikarên xwe anîbû ziman.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiya Hîndistanê di 24 saetên dawî de zêdetirî 360 hezar kesên din bi vîrusa korona ketine û 3 hezar û 754 kes jî pê mirine.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye