WHO: Vîrusa koronayê li seranserê cîhanê ber bi kêmbûnê ve diçe

.

Serokê Rêxistina Tendristiya Cîhanî (WHO) Tedros Adhanom ragihand: “Vîrusa Koronayê (Covid-19) li hemû cîhanê dadikeve û di 3 hefteyên borî de hejmara pêketiyan li hemû cîhanê kêm bûye.”

Tedros Adhanom eşkere kir: “Ev agahiyeke dilxweşker e û wê yekê îsbat dike ku em dikarin vîrusê kontrol bikin.”

Adhanom diyar kir: “Sê hefteyên li pey hev, hejmara pêketiyên Covid-19ê li hemû cîhanê kêm bûye. Lê belê hêj çend welat hene ku hejmara pêketiyan zêde dibe, ligel vê yekê jî eger em li ser asta cîhanê hejmaran werbigrin, agahiyeke xweş û hander e.”

Serokê Rêxistina Tendristiya Cîhanî (WHO) Tedros Adhanom destnîşan kir: “Ev daketina rêjeya pêketina Koronayê wê yekê îsbat dike ku tevî derketina nifşê nû yê vîrusê jî, em dikarin vîrusê kontrol bikin.”

Tedros Adhanom herwiha eşkere kir: “Par me dît, welatên ku hejmara pêketiyên wan kêm bû, qedexeya çûnûhatinê rakirin û jiyana xwe asayî kirin, rêjeya pabendbûna xelkê jî kêm bû û piştre vîrus car din vegeriya.”

Cîhan Haberleri

Rojnameya herî kevn a cîhanê çapa xwe ya kaxezê radiwestîne
Xelata Aştiyê ya Nobelî dane mafparêzên ji Belarûs, Rûsya û Ûkraynayê
Xelata Wêjeyê ya Nobelî dane Annie Ernauxê
Nikolay GOGOL Nivîskarekî Ukraynayî an Rûsî ye?
Muzîkjen Mikis Theodorakisî koça dawî kiriye