WHO sipasiya xwe bo hukumeta Kurdistanê û xelkê Kurdistanê kir

.

Nûnerê Iraqê yê Rêxistina Tenduristiyê yê Dinyayê (WHO) Ahmed Zuweytin bi sedema têkoşîna li dijî Kovid-19 ê sipasiya serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir. Nûner Zuweytîn di civîna çapemeniyê ya bi wezîrê tenduristiyê yê Herêma Kurdistanê bi Saman Berzencî re weha ragihand:

“Di vê pêvajoya zor û zahmet de, bi sedema bi WHO yê re di nav koordînasyonê de ne, ez dixwazim sipasiya xwe bo serokwezîr Mesrûr Barzanî, bo wezîrê tenduristiyê Saman Berzencî û xelkê Kurdistanê dikim.”

Nûnerê WHO yê ragihand ku ew bi hukumeta Herêma Kurdistanê û wezareta tenduristiyê re di nav hevkariyekî xurt de ne û di dahatûyê de jî wê hevkariya wan zêdetir bibe.

Ahmed Zuweytin ragihand ku ew dixebitin da bo hemwelatiyên Kurdistanê aşi (vaccine) temîn bikin û dê bo Kurdistanê gelek doz aşi bişînin. Ahmed Zuweytîn ragihand ku her diçe halê tenduristiyê baştir dibe lê hêj vîrus neqediyaye û dê bo xelkê Kurdistanê zêdetir aşi, temîn bikin.
 

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin