WHO: Hejmara Pêketinên Nû yên Vîrusa Korona yên li Ewrupa Fikaran Çêdike

.

Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) ragihand ku zêdebûna pêketinên nû yên vîrusa korona yên li Ewrupa fikaran çêdikin.

Dîrektorê Ewrupa yê WHO Hans Kluge ji AFP’ê re da zanîn ku di hejmarên pêketinên nû yên rojane ‘’pir zêde’’ bûne.

Kluge dîyar kir ku mirinên jiber vîrusa korona jî roj bi roj zêdetir dibin.

Li gor nûçeya AFP’ê li Ewrupa pirtir ji 11,6 mîlyon kes bi vîrusa korona ketine û 293 hezar kes bi wê mirine.

Ewrupa di mehên Adar û Nîsanê de navenda belavbûna vîrusa korona bû.

Hejmara pêketinên nû yên vîrusa korona li Ewrupa her çiqas di mehên havînê de kêm bûbûn jî ji Cotmehê vir ve ew hejmar zêde dibin.

 

Cîhan Haberleri

Rojnameya herî kevn a cîhanê çapa xwe ya kaxezê radiwestîne
Xelata Aştiyê ya Nobelî dane mafparêzên ji Belarûs, Rûsya û Ûkraynayê
Xelata Wêjeyê ya Nobelî dane Annie Ernauxê
Nikolay GOGOL Nivîskarekî Ukraynayî an Rûsî ye?
Muzîkjen Mikis Theodorakisî koça dawî kiriye