WHO: “Dibe sala 2021 ê ji sala borî girantir be”

.

Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê WHO ragihand ku dibe sala duyê ya pandemiyê ji sala ewilî xerabtir û girantir be. Rêvebirê bernama halê lezgîn ya WHO yê Dr. Michael Ryan, li ser pêşdeçûnên pandemiyê ragihandinan kir û got:

“Em dikevin sala duyê û dema em li leza belavbûna Kovid-19 ê û pirsgirêkên din dinêrin, dibe sala duyê ji ya ewilî girantir be. Rêjeyên di destê me de yên du hefteyên dawiyê îşaret didin ku car din nexweşîn derketiye asta jor. Bi taybetî li Awrûpa û Amerîka bakûr. ”

Dr. Ryan di dewama xaftina xwe de got ku di belavbûna enfeksiyonê de faktorên ku sebebin, serma ziwa, qelebalixiya ciyên sergirtî û mûtasyonên nû yên vîrusê ne.
 

Cîhan Haberleri

Rojnameya herî kevn a cîhanê çapa xwe ya kaxezê radiwestîne
Xelata Aştiyê ya Nobelî dane mafparêzên ji Belarûs, Rûsya û Ûkraynayê
Xelata Wêjeyê ya Nobelî dane Annie Ernauxê
Nikolay GOGOL Nivîskarekî Ukraynayî an Rûsî ye?
Muzîkjen Mikis Theodorakisî koça dawî kiriye