WHO: Bi derziyan pandemiya Covid-19 ji holê ranebe!

.

Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) derbarê derziyên ku bo nehiştina vîrusa koronayê hatine pêşxistin ragihand ku derziyên Coronavirusê ne fîşekên bi sêhr in û hişyarî da ku bi derziyên hatine pêşxistin pandemiya Covid-19 bi temamî ji holê ranabe.

Heta niha ji vîrusa koronayê li seranserê cîhanê zêdetirî 1,5 milyon kes mirine û hejmara pêketinan jî gihîştiye nêzî 67 milyon kesan. Herî dawî hejmarek derziyên bo nehiştina koronayê hatin pêşxistin ku biryar e di nav çend hefteyên bê de li çend welatên cîhanê bikaranîna wan dest pê bike.

Dîrektorê Rewşên Lezgîn ê WHOyê Mike Ryan, li ser derziyên bo koronayê hatine pêşxistin hişyarî da û got ku bidawîkirina pandemiyê bi derziyan agahiyeke şaş e û diyar kir, “Derzîkirin nayê wateya nehiştina Covid-19ê heta asta sifirê.’

Mike Ryan, ayrıca herkesin gelecek yılın başında aşı olamayacağını da dile getirdi.

Ryan destnîşan kir ku derzî ne fîşekên bi sêhr in ku bi tena serê xwe nexweşiyê ji holê rakin ku wê piştî derziyan jî Covid-19 bi temamî ji holê ranebe.

 

Cîhan Haberleri

Rojnameya herî kevn a cîhanê çapa xwe ya kaxezê radiwestîne
Xelata Aştiyê ya Nobelî dane mafparêzên ji Belarûs, Rûsya û Ûkraynayê
Xelata Wêjeyê ya Nobelî dane Annie Ernauxê
Nikolay GOGOL Nivîskarekî Ukraynayî an Rûsî ye?
Muzîkjen Mikis Theodorakisî koça dawî kiriye