Wezîrên Veguhastinê yên Îraq û Tirkiyeyê li Bexdayê civiyan.
Wezîrê Veguhastin û Binesaziyê yê Tirkiyeyê Abdulkadîr Uraloglu li Bexdaya paytexta Îraqê bi Wezîrê Veguhastinê yê Îraqê Veheb Selman Mihemed re civiya.
Wezîrê Veguhastin û Binesaziyê yê Tirkiyeyê Abdulkadir Uraloglu bi serdaneke fermî çû Îraqê.
Uraloglu di çarçoveya serdana xwe de li Mala Mêvanan a Serokwezîriya Îraqê ya li Bexdayê, bi hevtayê xwe yê Îraqî Veheb Selman Mihemed re civiya.
Civîna her du wezîran ji çapemeniyê re girtî bû û tê de şandeyên teknîkî yên her du welatan jî amade bûn.
Tê çaverêkirin ku Wezîrê Veguhastin û Binesaziyê yê Tirkiyeyê di çarçoveya serdana xwe de, bi Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî û Wezîrê Ragihandinê yê Îraqê Mustafa Sened re jî bicive.
Biryar e Serokwezîrê Îraqê di rojên pêş de biçe Tirkiyeyê û bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re bicive.
Ev serdana Abdulkadîr Uraloglu ya Bexdayê û civîna bi berpirsên Îraqî re jî wekî amadehiyekê ji bo wê civînê tê nirxandin.