Wezîrê Tirk: 10 milyon doz derziya Çînê bi rê ketiye tê Tirkiyê

.

Nivîskarê rojnameya Hurriyet a Tirkiyê Prof. Dr. Osman Muftuoglu, ragihand ku doh bi Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca re axivîye û jê re gotiye, 10 milyon doz derziya Covid-19 ya ji aliyê Çînê ve hatiye bipêşxistin bi rê ketiye û tê Tirkiyê.

Muftuoglu dibêje; "Yek ji agahiya zelal û piştrastkirî ya ji Dr. Koca fêr bûm ev bû: Bi kompaniya Sinovac a Çînê re danûstandin bidawî bûne. Proseyên pêwîst ên yasayî hatine encamdan û îmze hatine avêtin. Ji bo bikaranînên destpêkî 10 milyon doz derzî zû de bi rê ketiye.”

Nivîskarê Tirk herwiha daye zanîn ku wê destpêkê derziya Çînê li ser kesên xeteriya jiyanê li ser wan heye û karmendên tenduristiyê were bikaranîn û hejmara derziyên ji Çînê bê kirîn jî wê demên pêş bigihe 50 milyon dozan.

Herwiha Fahrettîn Koca gotiye, wê derziya koronayê belaş be û ji ti hemwelatiyan pere nayê xwestin.

 

Cîhan Haberleri

Rojnameya herî kevn a cîhanê çapa xwe ya kaxezê radiwestîne
Xelata Aştiyê ya Nobelî dane mafparêzên ji Belarûs, Rûsya û Ûkraynayê
Xelata Wêjeyê ya Nobelî dane Annie Ernauxê
Nikolay GOGOL Nivîskarekî Ukraynayî an Rûsî ye?
Muzîkjen Mikis Theodorakisî koça dawî kiriye