Wezîrê Tendirustiya Tirkiyê: 87 kes bi Coronayê mirin

.

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 2 hezar û 529 pêketiyên vîrusa Coronayê hatin tomarkirin û herwiha  87 kesan jî bi virûsê canê xwe ji dest dan.

Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê, Fahrettin Koca amarên nû yên Coronayê yên 24 demjimêrên borî aşkere kir.

Fahrettin Koca diyar kir, ku di nava 24 demjimêrên bihorî de 146 hezar û 198 pişkinînên taybet bi Coronayê hatine encamdan, ku encamên 2 hezar û 529 ji wan pozîtîv bûye û bi Coronayê ketine.

Her li gor amarên nû, ji duh ta îro 87 kes ji pêketiyên Coronayê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê canê xwe ji dest dane. Herwiha 2 hezar û 215 kes ji nexweşên Coronayê jî di nava 24 demjimêrên borî de baş bûne.

Bi van amaran re, hejmara kesên ku heta niha li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bi vîrusa COVID-19 ketine, gihîştiye 399,360 kesan û 11,059 kesan jî canê xwe ji dest dane, herwiha heta niha 342,501 kes jî ji vîrusê baş bûne.

Li gor Wezareta Tendirustiya Tirkiyê, heta niha bi giştî li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 15 milyon û 419 hezar û 420 pişkinînên Coronayê hatine pêkanîn.

 

Cîhan Haberleri

Rojnameya herî kevn a cîhanê çapa xwe ya kaxezê radiwestîne
Xelata Aştiyê ya Nobelî dane mafparêzên ji Belarûs, Rûsya û Ûkraynayê
Xelata Wêjeyê ya Nobelî dane Annie Ernauxê
Nikolay GOGOL Nivîskarekî Ukraynayî an Rûsî ye?
Muzîkjen Mikis Theodorakisî koça dawî kiriye