Wezîrê Pêşmerge: Proseya yekkirina hêzên 70 û 80ê bi serkeftî bi dawî hat

.

Wezîrê Pêşmerge yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku proseya yekkirina û rêkxistina bi temamî ya hêzên Pêşmergeyan di bin sîwana Wezareta Pêşmerge de bi rengekê serkeftî bi dawî hat û artêşeke yekgirtî hate avakirin.

Wezîrê Pêşmerge yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Şoriş Îsmaîl îro Pêncşemê, 10ê Îlona 2026ê, ragihand: Piştî çend salan ji têkoşîn û bizavên berdewam û karên tîmî yên hevpar di nav Wezareta Pêşmerge de, bi hevahengiya ligel fermandariya hêzên 70 û 80, ku hevkar û rêxweşker bûn, wan karî ji hemî asteng û arêşeyên li-ser-hev-kombûyî derbaz bibin. 

Wezîrê Pêşmerge tekez jî kir ku Wezareta Pêşmerge hemî şiyanên xwe bo biserxistina vê proseya neteweyî terxan kirin, heta gehiştine vê encama bilind ku îro hêzên 70 û 80 bi proseyeke hûr, leşkerî û plankirî bi temamî hatin yekkirin.

Di derheqa pêkhateya nû ya leşkerî ya wan hêzan de, Şoriş Îsmaîl bal kişand ser hindê ku di çarçoveya vê çaksaziya bingehîn de, temamiya hêzan li ser asta yek fermandarî û kontrolê di çarçoveya lîwa, firqe û fermandariya deveran de hatine rêkxistin. 

Herwesa her du deverên fermandariya leşkerî bi rengekê fermî dest bi karî dikin, û ev yek jî wekî destkeftiyeka dîrokî dibe sedema hindê ku Herêma Kurdistanê bibe xwedana artêşeke yekgirtî û serdemiyane di bin fermandariya rasterast a Wezareta Pêşmerge de.

Wezîrê Pêşmerge tekez jî kir ku ev destkeftiyê mezin encamê piştgiriya rasterast û berdewam a Serokê Herêma Kurdistanê, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bûye. 

Navborî herwesa pesna rolê giring û bilind ê hevpeymanan bi serkirdetiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê di çarçoveya yadaştnameya hevfêmkirinê de jî kir, û daxwaz ji wan kir ku di qonaxa bê de bi rengekê nû û cihêrengtir li ser piştgirîkirina Hêza Pêşmergeyan a Yekgirtî ya Kurdistanê berdewam bin.

Siyaset Haberleri

Xelîlur Rehman: Em dê ji bo bilinkirina dengê gelên ku nûnertiya wan li NYyê nîne bixebitin
Netanyahu: Ez naxwazim Tirkiye were başûrê Sûriyeyê
Sebah Numan: Lêkolîn derbarê êrîşa li ser nivîsgeha Serokwezîrê Herêmê berdewam e
Mamoste û xwendekar dixwazin ku waneyên zanistî jî bi Kurdî bin
Gulan Avci: Gefa kuştinê li min û zarokên min hat xwarin