Wezîrê Pêşmerge: Bexdayê biryar da bûdceya Pêşmerge bide

Wezîrê Pêşmerge yê Kurdistanê Şoriş Îsmaîl ragihand, Bexdayê biryar da mûçe û bûdceya Pêşmerge bide.

 

Navenda Nûçeyan - Wezîrê Pêşmerge yê Kurdistanê Şoriş Îsmaîl ragihand, Bexdayê biryar da mûçe û bûdceya Pêşmerge bide.

Wezîrê Pêşmerge Şoriş Îsmaîl ragihand, piştî ku wî bi wezîrê berevanîya Iraqê re hevdîtin kir, wezîrê berevanîya Iraqê da zanîn ku ewê bûdceya salên 2019,2020 û salên bê ya Pêşmerge bide.

Wezîrê Pêşmerge da zanîn, wezîrê berevanîya Iraqê biryar da şandeka bilind serdana Herêma Kurdistanê bike û Wezareta Pêşmerge re bicive da ku mekanîzma bicîhanîna wan biryarên ku hatine dayîn, destnîşan bikin.

 

Siyaset Haberleri

Scott Bessent: Em dê bi ceza û dorpêçan dawî li desthilata Îranê bînin
Serok Barzanî Nîşana Rêzê ya Asta Bilind a Papayê Vatîkanê wergirt
Mezlûm Ebdî: Divê di Sûriyeya nû de zarok bi zimanê xwe bixwînin
Şeybanî: Ti niyeteke avakirina binkeyeke Tirkî li firokxaneya Ebû zuhûrê tune ye
Herêma Kurdistanê ji Îranê daxwaza ronîkirina êrîşan kir