Wezîrê Navxwe yê Kurdistanê: Şanda Kurdistanê bo îmzekirina rêkeftinê diçe Bexdayê

Wezîrê Navxwe yê Kurdistanê ragihand, şanda Kurdistanê dê bo îmzekirina rêkeftinê biçe Bexdayê.

Navenda Nûçeyan- Îro şandeka hikûmeta Kurdistnaê diçe Bexdayê û bi berpirsên Iraqî re hevdîtin dike.

Wezîrê Navxwe yê Kurdistanê Rêber Ehmed li ser bernameya karê şanda hikûmetê ragihand, şanda Kurdistanê dê bo îmzekirina rêkeftinê biçe Bexdayê.

Rêber Ehmed her wiha got, di civîna îro ya şanda Kurdistanê bi berpirsên Iraqî re, reşnivîsa bûdceya sala 2020 ya Iraqê xilas dibe û teslîmî parlementoyê tê kirin.

Wezîrê Navxwe da zanîn, hikûmeta Kurdistanê li ser garantîkirina mûçe û mafên gelê Kurdistanê rijd û mukir e.

Bi gotina wî wezîrê Kurdistanê, bi rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê re Herêma Kurdistanê di warên aborî û sîyasî de geş dibe.

Nûnerê hikûmeta Kurdistanê li Bexdayê, Faris Îsa berîya niha ji BasNewsê re gotibû, li gorî rêkeftina ku Hewlêr û Bexdayê li ser petrolê kirine, hikûmeta Kurdistanê dê ji destpêka sala 2020 de rojane 250 hezar bermîl petrol bide Bexdayê û Bexda jî bûdceya Kurdistanê bide.

Çavkanî: Basnews

Siyaset Haberleri

Scott Bessent: Em dê bi ceza û dorpêçan dawî li desthilata Îranê bînin
Serok Barzanî Nîşana Rêzê ya Asta Bilind a Papayê Vatîkanê wergirt
Mezlûm Ebdî: Divê di Sûriyeya nû de zarok bi zimanê xwe bixwînin
Şeybanî: Ti niyeteke avakirina binkeyeke Tirkî li firokxaneya Ebû zuhûrê tune ye
Herêma Kurdistanê ji Îranê daxwaza ronîkirina êrîşan kir