Wezîrê Îsraîlî: Li Sûriyê Kurd netewa duyem e

Avigdor Liebermanê Wezîrê Berevaniya Îsraîlê got her çiqas Tirkiye bixwaze kurdan li Sûriyê îzole bike jî, kurd li Sûriyê netewa duyem e. Liebermanî L3utkêya Soçiyê jî nirxand û got Soçî, ne civîneke serkeftî ye.

Avigdor Lieberman di daxuyaniya xwe de destnîşan kir di civînê de her çend Tirkiyê dixwast bi gişt3i kurdan îzole bike lê kurdi li wî xakî netewa duyem e û wisa pê de çû: “Îranê dixwast , li kêleka Rûsyayê, li Sûriyê peravên deryayê baregeh û  balfirxaneyên  xwe yên leşkerî ava bike lê ew jî bi ser neket û her wiha Sûriyê jî piştgiriya hizra Serokê Rûsyayê Vladimir Putîn a bo guherîna destûra Sûriyê û lidaxistina hilbijartinên hilbijartinan ku tê plankirin di navbera  2020 -2021 an de birêve biçe.”

 

Wezîrê Berevaniya Îsraîlê kirpand ku divê hemû pêkhatiyên Sûriyê beşdarî pêvajoya siyasî bikin, ji sala 1970an ve elewî li Sûriyê deshilat in, lê li gorî hejmarê, ew li Sûriyê pêkhatiyê sêyem in. 

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin