Wezîrê Îsraîlê: Em neçar in bi tenê rûberûyî Îranê bibin  

.

Wezîrê Îsraîlê Tzachi Hanegbi ragihandiye, welatê wî neçar dimîne ku rûberûyî Îranê bibe.

Wezîrê Niştecîkirinê yê Îsraîlê Tzachi Hanegbi, ji medyaya welatê xwe re aşkere kiriye, Îsraîl 2 rê li ber wê ne, yan bi tenê êrîş dike ser bernameya çekên atomî yên Îranê, yan ligel Îrana xwedekî çekên atomî wê aş bibin.

Herwiha Tzachi Hanegbi ragihandiye, Amerîka ti carî êrîşî bernameya atomî ya Îranê nake û ji ber wê Îsraîl neçar dibe bi tena sere xwe rûberûyî metirsîyên Îranê bibe.

Wezîrê Îsraîlê Tzachi Hanegbi daye zanîn ku ji bilî rûberûbûna Îranê ti bijarde di deste Îsraîlê de nemaye.

Cîhan Haberleri

Rojnameya herî kevn a cîhanê çapa xwe ya kaxezê radiwestîne
Xelata Aştiyê ya Nobelî dane mafparêzên ji Belarûs, Rûsya û Ûkraynayê
Xelata Wêjeyê ya Nobelî dane Annie Ernauxê
Nikolay GOGOL Nivîskarekî Ukraynayî an Rûsî ye?
Muzîkjen Mikis Theodorakisî koça dawî kiriye