Wezîrê Derve yê Sûriyê: Divê Tirkiyê hêzên xwe vekişîne

.

Wezîrê Derve yê Sûriyê: Divê civaka navdewletî jî piştevaniya Sûriyê bike, ji bo axa xwe rizgar bike. 

Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad radigihîne, welatê wî bang li Tirkiyê dike ku demildest hêzên xwe ji nav axa parêzgehên bakurê Sûriyê vekişîne.

Di hevpeyvînekê bi ajansa "Novosti" ya Rûsî re, Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad got: “Divê Tirkiye hêzên xwe demildest vekişîne. Divê civaka navdewletî jî piştevaniya Sûriyê bike, ji bo axa xwe ya li bakurê welat hatiye dagîrkirin rizgar bike.”

Miqdad destnîşan kir, sedema sereke ya aloziya vê dawiyê li parêzgeha Idlibê, “dagîrkeriya Tirkiyê û piştevanîkirina wê ji grûpên terorist re ye.”

Ji bilî hebûna hêzên Tirkiyê li parêzgeha Idlibê, artêşa Tirkiyê û grûpên çekdarên ên ser bi wê ve di meha Çileya 2018an de êrîşî ser herêma Efrînê kir û di Cotmeha 2019an de jî êrîşî ser herêmên Girê Sipî û Serê Kaniyê kirin û dagîr kirine.

Ev yek di demekê de ye, Nûnerê Taybet ê Netewên Yekgirtî ji bo Sûriyê Geir Pedersen di Tebaxa borî de diyar kir, rewşa ewlehiyê têkçûye û şerê çekdarî li hin deverên Sûriyê, bi taybet li parêzgeha Idlibê gur bûye.

Kurdistan Haberleri

Îranê ji Interpolê xwest ku 60 serkirdeyên ji Rojhilatê Kurdistanê radest bikin
Zîrek Kemal: Divê parlamen bê çalakkirin û kabîneya nû bê avakirin
Li Îraqê operasyona gendeliyê didome, 14 parlamenter hatin desteserkirin
Şoriş Îsmaîl: Ji sedî 95ê reformên Wezareta Pêşmergeyan qediyan
PWK Şaxa Batmanê di salvegera 101emîn de Şêx Seîd û hevalên wî bibîranîn