Wezîrê derve yê Îranê serdana Hewlêrê dike  

.

Wezîrê derve yê Îranê dê serdana paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê dike.

Îro 26.04.2021ê wezîrê derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf ji bo serdaneke fermî geheşt paytexta Iraqê Bexdayê.

Mihemed Cewad Zerîf li gel wezîrê derve yê Iraqê Fuad Husên civiya û guftûgo derbarê peyvendiyên Bexda û Tehran û pêşhateyên navçeyê de kirin.

Biryare wezîrê derve yê Îranê îro li gel serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî jî bicive.

Li gor zanyariyên ku hene Mihemed Cewad Zerîf sibe 27.04.2021ê dê serdana Hewlêrê bike û li gel berpirsên payebilind ên Herêma Kurdistanê bicive.

Biryare piştî serdana Hewlêrê, wezîrê derve yê Îranê serdana Qeterê bike.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye