Wezîrê Derve yê Amerîka cejna Newrozê pîroz dike

.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Anthony Blinken bi boneya hatina cejna Newrozê û sersala nû ya kurdî, peyameke pîrozbayî belav kir. author_image Kurdistan24 

 Wezîrê Derve yê Amerîkayê Anthony Blinken bi boneya hatina cejna Newrozê û sersala nû ya kurdî, peyameke pîrozbayî belav kir.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Anthony Blinken îro 20'ê Adara 2020'an ragihand, Newroz roja hêviya sibeyeke baştir e. Ragihand jî, hêvî dikin ku ruhê Newrozê me ber bi rojên xweştir bibe. Di peyama wî de hat jî: “Hatina vê rojê, li hemû gelên ku Newrozê pîroz dikin, pîroz dikim.”

Anthony Blinken di peyama xwe de got: “Bi navê Wezareta Derve, ez ji nava dil ve hêviya hatina Newrozeke bextewer ji hemû gelên ku li seranserî cîhanê bi vê boneyê pîroz dikin dixwazim, ji gelên Îranê û gelên din ên Rojhilata Navîn, başûrê Asya û Amerîka.  Diyar e roja destpêkê ya Buharê û Newrozê, dema hevdîtina ligel malbat û hevalan li ser maseyeke hevpar û xwarineke û şîrîn e. Dixwazim Newroz jidayikbûna ruhekî nû be û me ber bi rojên baştir bibe.”

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye