Wezîrê Bajarvanî û Tûrîzmê: Master pilana beşek ji bajaran tê nûkirin

.

 Wezîrê Bajarvanî û Tûrîzma Kurdistanê ragihand, master pilana beşek ji bajar û bajarokên Kurdistanê dê were nûkirin, ji ber ku kevn bûye.

Wezîrê bajarvanî û tûrîzma Kurdistanê, Sasan Ewnî ragihandiye, li Herêma Kurdistanê sê cure master pilan hene; master pilanek hatiye bicîhanîn û xilas bûye. Master pilanek jî çûye qonaxa bicîhanînê lê xilas nebûye. Ya din jî divê ji nû de were danîn çimkî beşek ji bajar û bajarokên Kurdistanê bê master pilan in. Di her sê cureyan de jî girift heye.

Sasan Ewnî her wiha gotiye, ew master pilana ku xilas bûye, kevn bûye ji ber wê jî divê were nûkirin û guhertin.

Sasan Ewnî daye xuyakirin jî, niha rêveberiya nexşedanînê mijûlî danîna nexşerêyekê ye û dê pêşkêşî serokatiya encumena wezîran bike. Ji ber ku danîna master pilanê pêwîstî bi bûdceyeka taybet e.


 

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye