Wezîra Swêd: Emê tim li qada navdewletî tawanên li Efrînê dibin bixin rojevê

.

 Wezîra Derve ya Swêdê Ann Linde got ku ew dê di civîn û hevdîtinên qada navdewletî de her dem tawanên Tirkiyê û çekdaran ên li Efrînê bixin rojevê.

Wezîra Derve ya Swêdê Ann Lînde bersiva pêşniyara Berdevkê Polîtîkaya Derve ya Swêdê Markûs Wîechel ku 1ê Sibatê pêşkêşî parlamenê kiribû û ‘xwestibû tawanên dewleta Tirkiyê li Efrînê yên dijî mirovahiyê bikeve rojeva NY û ji bo hesabê wan bê pirsîn bikeve nav hewldanan’ da.

Anna Linde di bersiva xwe de diyar kir ku êrîşên li ser Efrînê baş neketiye rojevê û mijara dagirkirina Efrînê her dem di nav planên wan de ye.

Wezîra Swêd got, Komîsyona Lêkolîna Sûriyê ya NY, tawanên şer û binpêkirina mafên mirovan ên Tirkiyê yên li Efrînê ji nêz ve dişopîne û bi bîr xist ku piştî dagirkirina Efrînê, Swêd firotina çekan a ji bo Tirkiyê rawestandiye.


 

Rojhilta Navîn Haberleri

Îran: Peymana bi Amerîkayê re îro nayê îmzekirin
Tehran tevlihev bû: Li Îranê krîza peymana bi Amerîkayê re û bangên îstifayê
Sûriye dixwaze bibe alternatîva Tengava Hurmizê
Li Mêrdînê pêşangeha alternatîv a pirtûkên Kurdî hat vekirin
Îran bi lezgînî tunelên xwe yên mûşekan nûjen dike