Wezîra Bergîriyê ya Almayayê serdana Hewlêrê dike

Wezîra Bergîriyê ya Almanyayê dibêje, DAIŞ bi dawî nehatiye û di hevkarîkirina hêzên Iraqî de berdewam dibin. Biryar e jî serdana Hewlêrê jî bike.

Wezîra Bergîriyê ya Almanyayê dibêje, DAIŞ bidawî nehatiye û di hevkarîkirina hêzên Iraqî de berdewam dibin. Biryar e jî serdana Hewlêrê jî bike.

Nivîsgeha Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulemehdî belav kir, Serokwezîrê Iraqê bi wezîra nû ya bergîriyê ya Almanyayê Annegret Kramp-Karrenbauer civiya, ku bi serdanekê gihîştibû Bexdayê.

Da zanîn jî, di civînê de behsa beşdarî û hevkariyên hikûmeta Berlînê ji bo ji nû ve avedankirina navçeyên ziyan ji şerê DAIŞê dîtine hate kirin.

Di konferanseke hevbeş de bi Wezîrê Bergîriyê yê Iraqê Necah Şemerî de jî, Wezîra Berîgîriya Almanya ragihand, DAIŞ bidawî nebûye û Almanya li ser piştevanîkirina Iraqê jî berdewam dibe.

Li gor zanyariyan jî, biryar e wezîra nû ya Bergîriyê ya Almanyayê Annegret Kramp-Karrenbauer serdana Hewlêrê bike.

Siyaset Haberleri

Li Dihokê ‘Rêberê Rastnivîsa Zimanê Kurdî’ hat ragihandin
32 welatan cezayên bidarvekirinê yên li Îranê şermezar kirin
Zanayên olî yên Baneyê bersiv da meleyê ku êrişî Kurdên Êzidî kiribû
Têmûrê Xelîl rastiya li pişt strana ‘Welatê me Kurdistan e’ zelal kir
Tehranê îdia kir: Partiyên Rojhilat dixwest bi alîkariya Amerîkayê êriş bikin