Wezîra Berevaniya Almanya îro serdana Tirkiyê dike

.

Wezîra Berevaniya Almanyayê îro serdana Tirkiyê dike û biryarên NATO, dawî pêşhateyên Deryaya Naverast û Deryaya Reş li gel berpirsên wî welatî gotûbêj dike.

Wezîra Berevaniya Almanya Annegret Kramp-Karrenbauer îro serdana Tirkiyê dike û li gel hevtayê xwe yê Tirkiyê Hulusî Akar dicive.

Tê çaverêkirin di civînê de, Annegret Kramp-Karrenbauer û Hulusî Akar biryarên lûtkeya NATO, dawî pêşhateyên Deryaya Naverast û Deryaya Reş gotûbêj bikin.

Roja 14ê vê mehê serokên welatên endamên NATO li Brukselê bo lidarxistina 31mîn lûtkeya wê hevpeymaniyê civiyabûn, têde behsa metirsî û giringiya rûbirûbûna gefên Rûsya û Çînê û bihêzkirina şiyanên NATO kiribûn.

Wezîrên Berevaniyê yên herdu welatan pêştir di 2ê Sibata îsal de li Berlînê bi hev re civiyabûn û derbarê gelek mijarên hevkariya berevaniyê ya du alî, pirsgirêkên ewlehiya navneteweyî û pêşhatên li rojhilatê Deryaya Spî gotûbêj kiribûn.

Kramp-Karrenbauer, Wezîra Berevaniya Almanyayê wê demê piştî hevdîtina bi Akar re gotibû, “Tirkiye hevbeşeka giring a NATOyê ye û dê her wisa jî bimîne” û tekez kiribû, ku kombûna wan dikare jibo hevalbendan wekî “îşaretek baş û taybetî” were şîrovekirin.

Wê destnîşan jî kiribû ku Tirkiye her dem hevbeşeka pêbawer û nêz bûye, û ji ewlehiya Ewrûpayê re hevkariyên giring kiriye.

Kramp-Karrenbauer amaje bi wê yekê jî dabû ku “Her du welat xwedan berjewendiyên hevpar in ji bo domandina aramiya li eniya başûrê rojhilatê NATO.”

Wezîrê Berevaniya Tirkiyê, Hulusî Akar jî di heman hevdîtinê de ragihandibû, wan li ser gelek mijarên girîng nîqaşên pir eşkere û avaker kirine.

Akar gotibû, “Derfeta me hebû ku em di çarçoveya NATO û YE de mijarên dualî, û mijarên ewlehî û berevaniyê nîqaş bikin.”

Kurdistan Haberleri

Mustafa Ozçelîk: Xelata ‘Alîgirê Herî Baş’, li alîgirên tîma Zaxoyê û li hemû kurdên cîhanê pîroz be
Kurdan dest da hev û Zaxo li cîhanê bû yekem
Trump: Hîn jî baweriya min bi Ehmed Şer heye
Serok Barzanî bi şandeyeke Partiya Komunîst a Çînê re civiya
Bernard Henri Levy: Dewleta Kurdî tekane kilîta aramiya Rojhilata Navîn e