Wezareta Tenduristiya Kurdistanê rewşa dawî ya Covid-19 eşkere kir

.

Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe ya rewşa dawî ya vîrusa koronayê de ragihand ku 1109 kesên din pê ketine û 11 kes jî mirine.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, di 24 demjimêrên borî de 1109 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku 259 kes li Hewlêrê, 248 kes li Silêmaniyê, 517 kes li Duhokê, 78 kes li Germiyanê û 7 kes jî li Raperînê ne.

Wezaretê eşkere kir, di nav 24 demjimêran de 11 kesan jiyana xwe ji dest daye û 921 nexweşên koronayê jî baş bûne.

Bi van amarên dawî re hejmara pêketiyan li Herêma Kurdistanê gihîşt 147140 kesan, ya mirinan bû 3970 kes û heta niha 123750 nexweş jî baş bûne.


 

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin