Wezareta tenduristîya Kurdistanê amarek nû li ser Koronayê ragihand

Wezareta tenduristîya Herêma Kurdistanê ragihand, niha tenê 1226 kes ji ber Koronayê di kerentînê de mane.

Navenda Nûçeyan - Wezareta tenduristîya Kurdistanê qasekî berîya niha di daxuyanîyekê de ragihand, heta niha li Herêma Kurdistanê 5 hezar û 474 kes ji ber Koronayê hatine kerentînekirin ku 4 hezar û 248 kes derketine û tenê 1226 kes di kerentînê de mane.

Li gorî amarên wezareta tenduristîyê; li Hewlêrê 216 kes di kerentînê de ne, li Silêmanîyê 192 kes, li Duhokê 733 kes, li Helebcê 50 kes, li Raperîn 35 kes di kerentînê de ne.

Wezareta tenduristîyê daye zanîn, di heyama 24 saetên borî de 500 têstên Koronayê hatine kirin; 324 têst li Hewlêrê, 120 têst li Silêmanîyê, 56 têst li Duhokê. Bi giştî têsta 22 kesan pozîtîf derketîye ku bi vî rengî ne: Li Hewlêrê 8 kes û li Silêmanîyê 14 kes.

Li gorî agahîyên wezaretê, heta niha 150 kes li Herêma Kurdistanê bi vîrusa Koronayê ketine ku 56 kes baş bûne û 2 kes jî mirine.

 

Siyaset Haberleri

Trump: Eger Îran aştîxwaz be ez dê dorpêçan rakim
Dadgehê piştî 13 mehan hinceta biryara cezayên Doza Kobaniyê eşkere kir
Lûtkeya NATOyê ya li Holendayê bi dawî bû
10 sal di ser Komkujiya Kobaniyê re derbas bûn
HSD: Îdiayên Wezareta Karên Navxwe ne rast in