Wezareta Tendirustîyê: Metirsî heye jimara nexweşan zêdetir bibe

Dr. Xalis Qadir ragihand, heger xelk weke niha berdewam bikin û guh nedin tedbîrên tendirustîyê wê jimara berketîyan 2 beramberî niha zêde bibe û wê haletên mirin û haletên giran ê nexweşîya Koronayê jî pêk werin.

Navenda Nûçeyan - Roja yekşemê Rêveberê Giştî yê Dîwana Wezareta Tendirustîya Herêma Kurdistanê Dr. Xalis Qadir ji BasNewsê re axivî û got:” Vîrusa Koronayê niha ne di  bin kontrole de ye û jimara berketîyan zêde dibe û sedema zêdebûn û berbelavbûna vîrusa Koronayê jî pabendnebûna xelkê bi tedbîrên nexweşîya Koronayê ye.”

Herwiha Dr. Xalis Qadir got: “Di nava 3 hefteyên berê de xelk pabendî tedbîran nebûn. Weke ku hîç tiştek nebûbe, mixabin hinek kesan jî bêbawerî û di nava xelkê de belav kirin û ew  jî bû sedem ku dûbare nexweşê zêde bibe û berbelav bibe. “

Di berdewamîyê jî Dr. Xalls Qadir hişyarî da û got: "Eger xelk wiha berdewam bin û guh nedin tedbîran û bi taybetî bi qerebalixî tevbigerin û bêmask û lepik bikar neynin û destên xweşon jimara berketîyan 2 beramberî niha bibe û mirin çêbibe û haletên qurs ê vîrusê pêk werin.

 

Siyaset Haberleri

Hewlêr pênc hezar kes bi kincên kurdî bo Rekorda Guinnessê kom bûn
Mehmet Kaya: Hinardeya Amedê ya Îraq û Herêma Kurdistanê ji sedî 42 kêm bûye
Marco Rubio: Heta ku komên ser bi Îranê ve êriş bikin dijminatî naqede
Balyozê Îranê: Em piştgiriya komkirina çekên grûpên çekdar dikin
Li Rojavayê Kurdistanê ji bo dayîna nasnameyan dest bi hevdîtinan tê kirin