Wezareta Tendirustîyê: 254 kesên bi koronayê ketine

Wezareta Tendirustîyê Herêma Kurdistanê êvara îro roja pêncşemê derbarê amarên 24 saetên dawî yên nexweîya Koronayê de daxuyanîyek belav kir û ragihand 254 kesên din bi Koronayê ketine û 10 kes jî bi Koronayê mirine

Wezareta Tendirustîya Herêma Kurdistanê aşkere kir 254 berketîyên nû yên bi vîrusa Koronayêhatine tomarkirin ku 73 kes li Hewlêrê, 86 kes li Silêmanî, 68 kes li Germîyanê, 23 kes li Raperînê û 4 kes jî li Duhokê ne.

Her li gor daxuyanîya Wezareta Tendirustîyê, di 24 demjimêran de 10 nexweşên din ên Koronayê canê xwe ji dest dane  ku 5 li Silêmanî, 2 li Hewlêrê, 2 li Germîyanê û kesek jî li Raperînê bûye.

Herwiha hatîye belavkirin ku di dawîn 24 saetan de 86 kes piştî wergirtina çareserîya pizîşkî ji Koronayê baş bûne.

heta niha li Herêma Kurdistanê 6.657 kes bi Koronayê ketine û 2.164 berketîyên Koronayê baş bûne û 223 nexweşên Koronayê jî mirine.

 

Siyaset Haberleri

ŞAM - Rojnamegerên Kurd hatin berdan
EDENE - Konferansa 'Kurd di sedsala dawî ya Osmaniya de' hat lidarxistin
Bender Ebas: Hejmara miriyên teqînê gihişt 70 kesî
YNK: Bi hev re kar bikin da ku mafên Kurdan bên parastin
Serokê ENKSê: Em bi hêvî ne bigihin nêrîneke hevbeş ku nêrîna hemû aliyan be