Wezareta Pêşmerge: Pêşmerge li Mexmûr û Qereçoxê hîç tevgereke neyasayî nekiriye  

.

Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, derbarê îddaya tevgerek li dijî hêza Pêşmerge, li herêma Mexmûr û Qereçox daxuyaniyek belav kir û dupat kir ku  hîç tevgereke neyasayî beramber hêzên Iraqê nehatiye kirin.

Îro roja çarşemê 03.02.2021ê, Wezaretî Pêşmerge derbarê îddîaya tevgera hêza Pêşmerge daxuyaniyek belav kir û tê de da zanîn. Li Mexmûr û Qereçoxê, hîç tevgereke neyasayî beramber hêzên Iraqê nehatiye kirin û ew tevgera heyî ji bo hebûna tevgera terorîstên DAIŞê bûye li herêmên çiyayê Qereçûx û Mexmûrê û zanyariyên îstîxbaratî dûpat dikin ku DAIŞ hewl dide kiryarên terorîstî encam bide.

Di beşeke din a daxuyaniyê jî de destnîşanî bi amadekariya hêzên Pêşmerge hatiye kirin beramber metirsî û tevgera DAIŞê û terorîstan li herêmê û beşeke hêza Pêşmerge li herêma çiyayê Qereçox û bakûrê Mexmûrê ketine amadehiyê û mebest ji wê amadesazîya hêza Pêşmerge rêgirîkirina terorîstên DAIŞê û seqamgîriya herêmê ye.

Wezareta Pêşmerge dûpat jî kiriye û ragihandiye: ‘’Berê jî me hişyarî da bû li ser metirsiyên terorîstên li herêmê ku ji bo boşahiya emnî di navbera hêza Pêşmerge û artêşa Iraqê de heye û bi wî awayî berdewam dibin û berdewam dibin li ser têkbirina terorîstên DAIŞê.’’

Kurdistan Haberleri

.
Mustafa Ozçelîk: Xelata ‘Alîgirê Herî Baş’, li alîgirên tîma Zaxoyê û li hemû kurdên cîhanê pîroz be
Mesrûr Barzanî û Ehmed Elcerba girîngiya parastina mafên gelê Kurd û pêkhateyên Sûriyeyê tekez kir
Rêjîma Îranê li 2 rojan de 23 girtî bidar vekirin
Ji cotkarên Kurd re mizgînî: Peymanên Erebên hawirde tên betalkirin